Li Amedê ji bo Farqîn û Lîcê jiyan hat rawestandin

11:19

JINHA

AMED - Gelê Amedê li ser bangewaziya DBP'ê ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê pêk tên jiyan rawestandin.

Rêxistina DBP'ya Amedê li hemberî hewldanên komkujiyê yên li navçeyên Farqîn, Sûr û Licê gelê Amedê vexwend çalakiya jiyanê rawestîne. Li ser vê bangewaziyê îro li Amedê çalakiya "jiyanê bidin rawestandin" hat lidarxistin. Li navçeyên Peyas, Yenîşehîr, Rezan û Sûrê yên Amedê ji bo şermezarkirina komkujiyan esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin û ajokaran kontakên wesayîtên xwe girtin. Li seranserê Amedê jiyan bi temamî rawestiyaye.

(zt)