Figen Şahin a ku dibin çavan de rastî îskenca zayendî hat sewqî dadgehê kirin
11:50
JINHA
EDENE - Fingen Şahin a ku di otobusa polîsan û qereqolê de bûyî mexdurê îskenca zayendî, Erkan Aydin ê ku polîsan gule lê reşandî û ji lingê xwe birîndar bûyî û Dogan Kahraman sewqî dadgehê kirin.
Di 23'ê yê tebaxê de Meclisa Gel a Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhana Edeneyê gel rêveberiya xwe ya cewherî avakirin. Piştî îlankirinê polîsan êrîşî gel kirin. Di êrîşê de Figen Şahin jî di navê de gelek kes girtin binçavan. Dema ku Figen li otobusa polîsan siwar kirin û qereqola ku birinê çek dirêjî herêma wê ya genital û bedena wê kirin û îskenca zayendî li wê kirin. Piştî demek kin li nexweşxanê ma cardin Figen birin Emniyeta Muduriyeta Edeneyê. Di saetên serê sibê de Figen sewqî dadgehê kirin. Li gel Figen Erkan Aydinê ji aliyê polîsan ve ji lingê xwe birîndar bûyî û Dogan Kahraman jî piştî qedandina karê emniyetê sewqî dadgehê kirin.
Figen, Aydin û Dogan li benda îfada dozgeriyê tên girtin.
(zt)