Li Wanê banga ji bo meşa 'Emê ji qirkirin û tindiyan re bêjin bese' hat kirin

14:36

JINHA

WAN - Bi pêşengiya Rêxistinên HDP û DBP ên Wanê ji bo meşa dê bi dirûşma "Em ê ji qirkirin û tindiyan re bêjin bese" bê lidarxistin belavok hatin belavkirin û banga tevlîbûnê hat kirin.

Bi pêşengiya Rêxistinên HDP û DBP ên Wanê ji bo meşa dê bi dirûşma "Em ê ji qirkirin û tindiyan re bêjin bese" di saet 17.30'an de ji Beşyola Tuşbayê û Hala Sebzeyan a Îpekyolu heta Navenda Kar a Şaredariya Bajarê Mezin bê lidarxistin yi navenda bajar belavok hatin belavkirin. Di belavkirina belavokan de TUYAD-DER, GOÇ-DER, NÇM, YODER, MAPER, MEGAM-DER û KJA yê alîkarî da. Girêdayî mijarê Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn dema belavkirina belavokan da axaftineke kurt kir û got: "AKP'ê hilbijartinên 7'ê Hezîranê hezim nekirin û fatoreya wê ji ser gelê me derdixin. Ji bo em ji van mirinan re bêjin bese em gelê xwe vedixwînin qadan." Hamiyet bang li gelê Wanê kir û got: "Em îro ji qirkirin û tindiyan re dibêjin bese' ji bo wê jî em hemû gelê xwe dawetî meşê dikin."

(zt)