Dema ku Polisan li kolanan kes nedît ser malan de digirin û welatiyan digirin binçavan!

15:53

JINHA

AMED - Li Amedê polîs li kolanên vala gazê direşînin, derê malan dişkînin û welatiyan digirin binçavan.

Ji bo balkişandina ser êrîşên ser Lîce û Farqînê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê ve banga çalakiya "Rawestandina jiyanê" hatiye kirin. Ji ber welatî beşdarî çalakiyê bûne û li malên xwe runiştîne polîs rehet nasekinin. Ser cadeya Kedê ya navçeya Rezan polîs gazê diavêjin kolanan, deriyê malan dişkînin û welatiyan digirin binçavan. Di serdegirtina polîsên tîmên tayîbet de ji malekê bav û kur derxistin, bi darbkirinê girtin binçavan. Li gel welatiyên derdorê bertek nîşandan jî polîsan bavê bi navê Cahit Vural û kurdê wî Şaban Vural girtin binçavan.

Polîsan li welatiyên nerazîbûn nîşandan jî çek rast kirin.

(zt)