Polîsên xwestin zarokan bigirin binçavan li gelê berxwedêr gule barandin

17:18

JINHA

AMED - Polîsan li kolanên Amedê yên vala gaz barandin, dema ku xwestin ewlatiyan bigirin binçavan li ser gelê sivîlê ku bertek nînan da gule barandin.

Li Amedê ji bo balkişandina ser rewşa Lîce û Farqînê dikan nehatin vekirin û çalakiya "Rawestandina jiyanê" berdewam dike. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanên li ser cadeyên Goçmenler, Sento û Emek ê li kenarên rêyan runiştîbûn kirin. Dema ku ciwanan jî bi beran bersiva polîsan dan şer derket. Di wê navberê de polîsan rojnamegerên ku dixwestin dîmenan bigirin jî hedef nîşan dan û bombeyên gazê avêtin wan.

Li ser Cadeya Emek polîsan bombeyên gazê avêtin zarokên ji bo xwe dilîstin û xwestin zarokên temenê wan di navbera 7 û 15'an de bigirin binçavan. Welatî li hember girtina zarokan ji malên xwe derketin û nerazîbûn nîşan dan, polîsan guleyên rastî li ser gel welatiyan de barandin. Di gulebaranê de li kes birîndar nebûn. Li gel êrîşan jî welatiyan zarokên xwe nedan polîsan.

Li aliyê dinê ser Cadeya Emek geriyana wesayîta reşa bê pîlaqa balê dikişîne.

Li ser cadeyên Emek, Goçmenler û Sento yê şer berdewam dike.

(zt)