Li Çiyayê Şengalê keyfa zarokên lawik a hewîzê
09:10
Nûjiyan Erhan/JINHA
ŞENGAL - Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyane xwe li Çiyayê Şengalê bicîh kirine ji ava ku ji bîrê derdixin hewîz çêkirine. Zarokên lawik wê firsetê ji destê xwe nakin di nava hewîzê de avjeniyê dikin, zarokên keç jî tenê li kêleka hewîzê seyîrê dikin.
Êzidiyên ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê karîne xwe rizgar bikin li Çiyayê Şengalê li gel hemû zoriyan hewil didin jiyanê hêsan bikin. Gelê Êzidî di sed metereyan de xwe gihandine avê, ava ku derdixin hem pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn dikin û hem jî pê baxçên xwe av didin. Li ser devê bîrê hewîz çêkirine despêkê avê di wê hewîzê de kom dikin û paşê jî bi xortiman digihînin ser baxçeyan. Zarok ji bo hênikî û lîstinê firsendê ji destê xwe nakin, di nava şertên zor de ji bo xwe derfetan avadikin û dikevin nava hewîzê.
Hewîz ji bo wan di cîhanê de beheşta herî bedewe
Hewîza ji bo avdana baxçeyan hatî çêkirin ji bo zarokan ji hemû zeriyayên xweş zêdetir binirxe. Zarokên ku bandora ferman û êşan ser xwe ne avêtine ji zarokbûna xwe tamê derdixin. Zarokên ku bi tîşortên sipî û pantorên kin dikevin hewîzê, bi heskirinek mezin avjeniyê dikin, dibe ku ew ji bo wan weke beheştê tê dîtin. Bi lingên tazî li kenarên hewîzê ji bo nekevin xwe digirin û hewa dikevin ser tehtên li dora hewîzê, ji bo ku hîn zêdetir keyîfê bikin xwe ji wan tehtan li hindirê hewîzê didin.
Tenê temaşekirin bi destê zarokên keç dikevin
Zori vegerandina derfetan û keyîfa wan derxistin bi destê zarokên keç nakevin. Dema ku şanaziyek biçuk jî hebe dikeve para zarokên lawik. Li ser vê erdnîgariyê keç bûyîn êşek cida dide. Dema ku zarokên lawik di nava hewîzê de keyîfê dikin, zarokên keç jî tenê li goşeyan seyîrê dikin. Herî zêde bi qoveyan avê li serê hev dikin.
(zt)