Li Geverê êrîşa ser gel: 3 mirî bi dehan birîndar

09:11

JINHA

COLEMÊRG - Polîs û leşker bi dehan wesayîtên zirxî û kepçeyên zirxî bi gulebaran û topbaranê ketîn taxên Orman, Kişla û Mezarlikê yên gel parastina xwe ya cewherî lê pêk tîna yên Geverê. Li taxan leşker û polîsan welatî gulebaran kirin û li gorî agahiyên yekemîn herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn e.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî gel rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirin û ewlehiya xwe girtin, Walîtiya Colemêrgê seat di 23.30'an de qedexeya kolanan îlan kir 5 deqe şûnda polîs û leşkeran êrîş li taxên Orman, Kişla û Mezarlik kirin. Berê ji kişlaya leşkerî taxên welatiyên sivîl lê dijîn hatin topbarankirin. Piştî topbaranê polîs û leşker bi wesayîtên zirxî xwestin li gelek nokteyan bikevin taxan û piştî hêzên parastina cewherî bersiv da pevçûnên dijwar dest pê kirin.

Pevçûnên seat di 23.35'an de dest pê kirin heya serê sibê seat 07.00'an berdewam kir di dema pevçûnan de ceyran û telefonên taxan hatin qutkirin. Li taxên dixwazin komkujiyan pêk bînin pevçûn û teqîn çêdibin û welatiyê li taxên din jiyîn jî heya serê sibê raneketin û dirûşme berz kirin.

Di encama êrîşê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de gelek kes jî birîndar zêdehî 10 kes jî birîndar in û gel birîndaran dibin malan û mudaxeleya wan dike. Serê sibê bi sedan welatî ber bi taxa Ormanê ve çûn lê ji wesayîtên zirxî welatiyên sivîl hatin gulebarankirin. Ligel di encama gulebaranê de gel birîndar bûn jî paşve gav neavêtin û ji bo alîkariyê çûn. Ciwanên di barîkatan de birîndar bû ji aliyê gel ve mudaxeleya wan hat kirin.

Di mizgeftan de anonsên hemû welatî biçin qada pevçûnê û alîkariya kesên birîndar bûn bikin. Piştî gel ber bi taxan ve çû beşek polîsan ji taxan xwe vekişandin û hatin Kolana Cengîz Tope û Riya Şemzînan. Li navçeyê hîna dem dem dengê çekan tê.

(zt)