Jinên Botanê: Çi bibe bila bibe emê axa xwe bi parêzin
09:11
JINHA
ŞIRNEX – Li Silopiyayê jin li hember êrîş û qetliamên li taxan nobetê digrin û parastina taxên xwe dikin. Jinên taxa Zapê ku tevi hemû zordestiya jî taxa xwe terk nakin ev tişt tînin ziman: "Bedelê wê çi dibe bila bibe emê axa xwe bi parêzin.”
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê piştî ku êrîşên giran ser gel çêbûn di êrîşan de 3 sivil hatin qetilkirin û bi dahan kes jî hatin birindardarkirin û gelek mal hatin şewitandin gel da zanin ku êdî ew vê dewletê nas nakin. Piştî ku sê sivîl hatin kuştin gelê Silopiya serî rakir û hêzên dewletê neçar man xwe ji para bikşînin lê hîn jî gelek caran dewlet taxên Silopiya gûlebaran dike. Dewlet bi van kirinên xwe bi taybet jî dixwaze şêniyên Taxa Zapê ku gelek ji wan di salê 1990’î de gûndê wan hatiye şewitandin û koçî Silopiya kirine carakadin ji vê taxê koç bikin. Jinên ku taxê xwe tevî hemû zextan jî bernadin dibêjin ku berdêlê wê bibe ew axa xwe bernadin. Li Silopiya taxên wek Zap, Herekol, Zagros,Cudî bi tamami di bin kontrola gel de ne û li hemû taxan jî xendek hatine vekirin. Li van taxan ciwan bi şev nobet digrin jin bi rojê nobetê digrin.
‘Wê rojek hesabê vê zilmê bê pirsîn’
Yek ji jinên nobetê digire Zahida Aşula ya ku xwişk ku birayê wê ji aliyê Timên Taybet ve hatine birindar kirin diyar dikir ku xwişk û birayê wê ji mirinê filitîne û wiha axivî: "Me tevî hemû zextan jî dev ji mala xwe berneda. Dijmin tê malê me xera dike, dişewitîne lê disa jî em dev ji malê xwe bernadin.”
'Dê rojekê hesabê vê zilmê bê pirsîn'
Ayşe Tunç a jî anî destnîşan kir ku dewletê heya niha gelek neheqi li wan kiriye û wiha dewam kir: "Emê tekoşîna xwe xurtir bikin. Sê insanê me qetil kirin û bi dehan jî birîndar kirin lê me serî li ber wan netewand. Divê berxwedana taxa Zapê ji hemû Kûrdistanê re bibe mînak. Hêzên dewletê bi tank û topên xwe hatin taxê lê sitiyê wan şikiya li vê derê disa vegeriyan. Lê wê rojek hesabê vê zilma wan bê pirsînê.”
‘Eger ev xendek nînbûna wê sikakê me bihatina dagirkirin’
Dayika Zêrin ku tevî çend dayikan li serê kolanê nobetê digre jî bilêv kir ku ew tenê aşîtiyê dixwazin. Dayika Zêrîn desnişan kir ku ev demek êrîşên giran li ser wan tên meşandin û ev tişt dibêje: "Çiyayê Cudî hemû şewitandin çûkê hîn ji hêkê derneketibûn di vî agirî de şewitîn. Ma wan jî zirarê dabû dewletê.” Zerên tîne ziman ku ihtimaka ku cerakatin êrîş bê ser taxê ew heya serê sibê ranazên û ev tişt got: "Me ji kêfa xwe re van xendekan ne kola eger ev xendek ne hatibûna kolanê niha kolanê me hatibûn dagir kirin.”
‘Piştî ku sê sivîl hatin qetil kirin min rahişt çekê’
Piştî ku dibe şev em di mevziya de rastî jinek ciwan tên. Jina ciwan ku navê wê Hêlîn e diyar dike ku heya niha qet çekê bi kar naniye lê piştî ku li Silopiya sê sivîl tên qetil kirinê ji bo ku taxa xwe bi parêze radike çekê. Hêlîn dide zanîn ku wê ji niha pêda kolanên xwe vala nehêlin û wiha diaxive: "Ji heft salî heta heftê salî pêwiste hemû kes nobetê bigrin. Pêwiste êdî dijmin nekeve axa Botan û Kurdistanê. Me çawa hemûyan bi hevre axa Kobanê rizgar kir emê wisa axa Botanê jî rizgar bikin.” Hêlin balê dikşîne ser hovîtiya ku li ser bedana Ekin Wan hatiye kirin û wiha dawî li gotinê xwe tîne: "Tiştê ku li Ekin hatî kirin li me hemûyan hatiye kirin. Emê wek YDGK-H li hember vê qetlimê bêdeng nemînîn û emê tola xwe hilnin. Berdêlê wî çi dibe bila bibe emê nobeta xwe bigrin û emê axa xwe bi parêzin."
(ma/zt)