Dayikên Aştiyê banga rûnişkandina 1'ê Îlonê li ber Meclîsê kir
10:22
Bêrîtan Canozer - Nûrcan Yalçın/ JINHA
AMED - Dayikên Amedê li dijî konsepta şer bertekên xwe anîn ziman û bang li tevahî jinan kirin ku biçin Enqerê û wiha gotin: "Werin em di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî de ji bo ku zarokên me neyên kuştin, li ber Meclîsê rûnin û heya ku aştî neyê em ranebin."
Li dijî konsepta şer û operasyonên qirkirina siyasî a ku li hember gelê Kurd hatî despêkirin bertek her ku diçe bilind dibe. Êş û elemên şer ên herî zêde dayik dikêşin û berteka herî mezin jî ew nîşan didin. Yek ji dayikên Amedê Mevlûde Gûndûz diyar kir ku hikûmeta demdar ya AKP'ê hewldide ji bo berjiwendiyê xwe gelê sivîl qetilbike û wiha got: "Bêy ku bibêjin, jin, zarok û ciwan herkes digrin binçavan û qetil dikin. Erdoganê ku xwe li welat padîşah îlankiriye, ên ku wî napejrînin serê wî radikin." Mevlûde destnîşan kir ku, dema gelê Kurd dibe mijara gotinê hemû cîhan li hemberê bêdeng dibin û wiha got: "Lê bila vê yekê baş bizanibin ku vê carê ne tenê Kurd hemû welat dibin tehlûkê de ye. Îro roja rabûna ser piyane ne rojê razanê ye. Ji bo desthilatdariya hinekan zarokên malbatên xizan dişînin şer. Di welatekî ku zarokê min têde bê kuştin de ez çibikim. Ev welat ne malê kesekî ye û dê nebe mûlkê kesekî din. Bila vala vala kêfxweş nebin, ji ber em ê van axan ji wan re nehêlin. Em ê nehêlin piştî mirinê zarokên me bêjin 'Serê welat sagbê'."
Banga tevahî dayik li ber Meclîsê rûnişkandin hat kirin
Ji jinan Rafiye Işik anî ziman ku, bi salane gelê Kurd daxwaza xwe ya aştiyê tîne ziman lê belê bi zanebûn dixwazin gelê Kurd bikêşin nava şer de û wiha pêde çû: "Min kurek xwe wenda kir û ez vê êşê dizanim ka êşek çawaye. Qatilê zarokê min li kolanan digerin bê hesap. Heya roja îro dewletê xwînê gelê Kurd mijiya û dixwaze bimije jî. Em wek gelê Kurd ji şer, xwîn, rondikê çavan, êş û hesretê têrbûne. Em êdî naxwazin êş û bêrîkirinê zarokên xwe bikêşin. Êdî bila dewlet destê xwe li ser zarokê me bikşîne. Ez ji vir bang li tevahî dayikan dikim; werin em di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî de biçin Enqerê û ji bo ku zarokên me neyên kuştin li ber Meclîsê rûnin û heya ku aştî neyê em ji ber deriyê Meclîsê ranebin."
'Kurd dê serê xwe li ber zilma Erdogan natewînin'
Hanim Atlu jî diyar kir ku heya yek Kurd bimîne jî dê ev têkoşîn bidome û li dijî biryara AKP'ê a şer bertekê xwe nîşan da. Hanim got: "Em naxwazin qatilê zarokên xwe bibînin. Şerê me ne bi leşkeran re ne jî bi polîsan re ye. Şerê me li hember Erdogane. Bila destê xwe yên gemar li ser zarokên me vekşîne. Kurdan qetil dike û li ser xwînê Kurdan jî siyasetê dike. Êdî kes bi derewên wî bawer nake. Çav û guhê herkes vebûye. Erdogan bila baş vê yekê bizani be êdî Kurd serê xwe li ber zilma Erdogan natewînin."
'Em ê şer bi te nedin kirin'
Hanîfe Akpolat bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got: "Tu ji ciwan, jin, dayik û zarokên di pêçekê de jî ditirsî. Ji navê Kurdan jî ditirsî. Ji bedena jina gerîlla a ku te qetildikî jî ditirsî. Ne bese tu qetil dikê, îşkence jî dikî. Tu ne însanî, ne wîjdan ne jî merhemeta te heye. Tu ewqas ji xwe bawerî ku tiştê tu tînê serê me neyê serê te jî? Em li vî welatî Serokomarek ku hişê xwe wenda kirî naxwazin û rêvebertiya wî jî napejrînin. Piştî ewqas êrîş û bûyer hîna em aştî daxwaz dikin. Em ê dev ji daxwaza xwe yê aştî jî bernedin. Wek dayik emê bibin mertal li pêşiyê mirinên gerîlla û leşkeran. Em ê şer bi te nedin kirin bila ev yek ji bo te bibe derd."
(rc)