Li Kantona Cizîrê sala nû ya perwerdeyê 15'ê Îlonê destpê dike

10:25

JINHA

QAMIŞLO - Di sala perwerdeyê ya 2015-2016’an de li Kantona Cizîrê 500 hezar xwendekar wê li hezar dibistanan bêne perwerdekirin. Desteya Perwerdeyê ji bo qeydkirina zarokan, bi riya komînan malbat agahdar dike û biryara qeydkirinê radigihîne.

Li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê sala perwerdeyê ya 2015-2016’an di 15’ê Îlonê de destpê dike. Ji bo ku xwendekar di şertên pêwîst de bêne perwerdekirin jî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantonê, di demsala havînê de hewl da ku kêmasiyên hene temam bike. Li hinek cihên herêmê ji ber rewşên awarte û pevçûnan avahiyên dibistanan ziyan dîtine, lê li van deran jî xebat hatine meşandin û dê perwerde bê dayîn.

Qeydkirina zarokan mecbûrî ye

Di çarçoveya amadekariyên perwerdeyê de, Desteyê biryar derxist ku hemû malbat zarokên xwe li dibistanan bidin qeydkirin. Li gorî biryarê qeydkirina zarokan mecbûrî ye û bi vê mebestê ji hemû komîn û meclîsan re giştînameyek hate şandin û hate xwestin ku malbat zarokên qeyd bikin. Qeydên zarokan ên ku dê biçin dibistana seretayî, li hemû dibistanan têne kirin. Her malbatek li dibistana nêzî xwe wê karibe zarokên xwe qeyd bike.

Li Efrînê jî hezar û 350 mamoste amedekariyê xwe kirine û dê hefteya siyemîn a mehê Îlonê de dest bi vekirina dibistanê bikin. Xwendekarên refa 1 û 3'ê dê bi zimanê Kurdî perwerde bibînin û xwendekarên Ereb jî dê bi zimanê Erebî perwerdeyên xwe bibînin.

(rc)