Li Rojava jinên ciwan dest bi çalakiyên “ji zewaca temenê biçûk re na” kirine

10:26

JINHA

QAMIŞLO - Desteya Ciwanan û Sporê ya kantona Cizîrê dest bi hemleya “Ji zewaca temenê biçûk re na” kir.

Di demên dawî de li kantona Cizîrê bûyerên zewicandina jinên temenê wan ji18 salan biçûktir zêde bûne. Li ser vê yekê Desteya Ciwanan û Sporê bi armanca bûyerên bi vî rengî kêm bike û rê li pêşiya wan bigire hemleya “Ji zewaca temenê biçûk re na” da destpêkirin. Hemleya Desteyê di 18’ê tebaxê li bajarê Amûdê hatibû destpêkirin. Di çarçoveya hemleyê de belavok li welatiyan hatin belavkirin û nivîs li dîwaran, her wiha deverên giştî hatin xistin. Hemle dê heta 4’ê îlonê li hemû bajarên kantona Cizîrê bêne lidarxistin.

Desteyê hemle îro li bajarê Qamişlo darxist û belavok li welatiyan belavkirin, her wiha diruşme li dîwaran û li deverên giştî hatin xistin. Endama rêveber a kar û barê ciwanan ya Desteya Ciwanan û Sporê Hêva Îbrehîm diyar kir ku hemleya wan bi armanca dawî anîna li zewicandina di temenên biçûk de ye.

Her wiha ev hemle li seranserî bajarên Cizîrê wê heya 4’ê îlonê bidome.

(rc)