Girtiya nexweş Songul Bagtir 3 mehin li benda emelyatê ye
11:35
JINHA
WAN - Girtiya nexweş Songul Bagatir a ku 23 sal in di girtîgehê de tê girtin û ji bo bi lezgînî were emeliyatkirin ji Şirnexê anîn Girtîgeha Tîpa M a Wanê, ev 3 meh in nayê dermankirin. Malbata Songul a li girtîgehê terkî mirinê kirine banga hestyariyê li her kesî kir.
Girtiyên nexweş bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de tên girtin û vê yekê wekî amûrê îşkenceyê li ser girtiyên nexweş dimeşînin. Bi sedan girtiyên nexweş ên digirtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên girtin terkî mirinê kirine. Ji van girtiyên nexweş yek jê Songul Bagatir (45) e. Songul 23 sal in di girtîgehê de tê girtin û bi dorê sirgunî girtîgehên wekî Êlih, Amed, Riha, Îzmîr, Alanya û Sêrtê kirin û herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê kirin. Songul di girtîgeha Şirnexê tê girtin. Nexweşiyên fitika piştê û stûyê, serêşandina dijwar, kezaba wê av digire û xwîn ji bêvila wê tê. Songul heta niha 3 caran xwîn çûye ser mîda wê.
'3 meh in nayê dermankirin'
Birayê wê Mehmet Bagatir der barê rewşa xwişka we de agahî da. Mehmet diyar kir ku xwişka wî ji bo bi lezgînî were emeliyatkirin ji Şirnexê birine girtîgeha Wanê û wiha got: "Di van demên dawî de zextên li ser girtiyên nexweş zêde bûne. Girtiyên nexweş bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de tên girtin. Ma divê îlleh darbesta wan ji girtîgehê derkeve. Divê dawî li binpêkirina mafên girtiyên nexweş bînin."
'Bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe pêk bîne'
Mehmet anî ziman ku xwişka wî bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe pêk bîne û wiha pê de çû: "Xwişka min nexweşa giran e. Ne ji hevalên wê yên girtîgehê be ew nikare bi tena serê xwe pêwîstiyên xwe pêk bîne. Ev jî ji bo wê dibe îşkence. Her tim rewşa wê di burokrasiyê de dialiqe. Saziya Tipa Edlî bi awayekî bê hiqûqî û kêfî nêzîkî girtiyên nexwei dibe. Divê êdî dawî li vê îşkenceyê bînin."
'Pêkanînên dermirovahî li ser girtiyên nexweş dimeşînin'
Mehmet xwest ku girtiyên nexwei hemû serbest bên berdan û dermankirina wan li devre were domandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez tenê ji bo xwişka xwe nabêjim. Divê hemû girtiyên nexwei serbest bên berdan. Bila damên xwe yên dawî li cem malbatên we û din ava rehetiyê de derbas bikin. "
(zt)