KJA: Îskenca zayendiya li Figen Şahin hatî kirin dijminiya dewletê ya li hember jinan carekdinê nîşan da

13:11

JINHA

AMED - Kongreya Jinên Azad (KJA) dibin çavan de îskenca zayendiya li Figen Şahin hatî kirin şermizar kir û li hember polîtkkaya şerê ser bedena jinê tê meşandin bana bilindkirina tekoşîna azadiyê kir.

Koordinasyona KJA yê girêdayî girtin û dibin çavan de îskenca zayendiya li Figen Şahin hatî kirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wihaye: "Her roj yekî din li hişmendiya tecawîza dewletê ya ser bedena jinan pêşketî şer û mêtîngeriya mêrane bûyî yekî din lê zêde dibe. Hikumeta AKP'ê ya ku di 23'ê tebaxê de li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhana Edneyê Figen Şahin a 25 salî girtin binçavan û îskenca zayendî lêkirin ti ji îskenca salên 1980'an kêm nebû.

Hişê mêr ê zordest û dagirker di pêvajoyên şer de jin û bedena jinê hedef digre. Di vê pêvajoyê de êrîşa yekem a li ser bedena jin di 10'ê Tebaxê de li Navçeya Gimgimê ya Mûşê li ser şexsê Kewser Eltûrk (Ekîn Wan) pêk hat. Dewamê vê jî piştî ku gel xwedî li rêveberiya xwe a xweser derketî bi binçavkirinên hilbijêrên jin bi taybet jî bi girtina hevserokên jin bi navê 'lêgerîna zirav' rastî lêkolîna tazî tê. Ev yek jî tê wateya ku ev xalek ji polîtîkayên şer yên bê sînor ya li ser bedena jinê pêk tê ye.

'Li ser bedena jinê rêbazên daqûrtandinê'

Dixwazin li ser bedena jinê civakê kêmbixin, paşve bikşînin, bi civakê bidin daqûrtandin û bi van rêbazan hewl didin ji têkoşîna azadiyê paşve bidin. Asta ku roja îro de Têkoşîna Azadiya Jin gihêştiye, hûnandina jiyana azad a civakê û bûna pêşengê înşayê bûye xewna AKP'ê ya bi tirs. Îşkenceya zayendî ya ku li hember Fîgen Şahîn di binçav kirinê de pêk hatî, carek din dijmintiya dewletê a li hember jinê diyar dike û zihniyeta xwe ya tecevûzkar danî holê.

Em weke KJA îskenca zayendi ya li Figen Şahin hatî kirin şermizar dikin. Em dibêjin dê ti tindî nikare me jinan ji tekoşîna me ya azadiyê dur bixe. Li ser vî bingehî em banga bilindkirina tekoşînê li hemû jinan dikin."

(rc/zt)