Hijmara welatiyên li Geverê jiyana xwe jidest dan derket 4'an
13:47
Tebax
27
/ 2015
JINHA
COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ku ji hêla Walîtiya Colemêrgê ve derketina derve hatiye qedexekirin bi sedan polîs êrîşî ser welatiyan kirin û hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest dane derket 4'an.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîs bi wesayîtên zirxi êrîşî taxên parastina cewherî lê tên meşandin kirin. Bi êrîşa polîsan re leşker topên hawanê û obus avêtin nava taxê. Di encama êrîşan de 3 welatî jiyana xwe ji dest dabû. Hat ragihandin ku welatiyê ku şarapnela topa hawanê lê ket jiyana xwe ji dest da û hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest dan derket 4 kesan.
(zt)