Rapora Farqînê: Li Farqînê welatiyên sivîl hedef hatin girtin
15:40
JINHA
AMED - Li Amedê rapora Farqînê ya bi pêşengiya ÎHD'ê ji aliyê STK'ê ve hatî amadekirin diyar bû. Di rapora heyetê ya 3 welatiyan jiyana xwe jidest dan û 3 welatî giran birîndarbûn de nêrînên qeymeqam ên got "operasyona serkeftî bû" jî cih girtin û dîmenên tîmên taybet ên di çapemeniyê de cih girtin wiha hatin vegotin: "Bi awayekî welatiyên tax bibihîzîn starana 'Olurum Turkiyem' û 'Allah-u Ekber' qêriyan. Disa bi wayekî welatî bibihîzîn gefên mirinê li welatiyan xwarin. Ev yek bi îfadeyên şahidan hatin tesbîtkirin."
Heyeta ÎHD, TIHV, Baroya Amedê, MHD, Odeya Tabîbên Amedê ya rapora têkildarî hewildana komkujiya tîmên taybet û polîsan a li navçeya Farqînê ya Amedê ya 3 kes qetil kirin û 6 welatî jî birîndar kirin û bi dehan mal û wesayîtê gulebaran kirin, amade kirî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê aşkera kir. Li ser navê heyetê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî rapor xwend û wiha got: "Dema operasyonê li navçeyê dest pê kir ceyran, înternet, av û şebekaya telefonan hat qutkirin û agahî ji navçeyê nehatin girtin. Di dema operasyona polîsan a li navçeyê de mal û kargeh hatin gulebarankirin, can û malê welatiyên sivîl hatin tehdîtkirin û binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin."
Rapora heyetê wiha ye;
* Beriya qedexeka derketina kolanan li navçeyê û hemû gundan ceryan, av, înternet û şebeke hatine qûtkirin. Astengkirina şebekeyan heta 19'ê Tebaxê seat 07.00'an berdewam kiriye.
* Hatiye tespîtkirin ku dema operasyonê de malên sivîlan, kargeh û wesayîtên wan ji ber gulebarana 'hêzên ewlehiyê' ve hatine gulebarankirin û hatine şewitandin.
* Hatiye tespîtkirin ku di dema operasyonê de di enca gulebarana 'hêzên ewlehiyê' de gelek mal, kargeh û wesayît hatine rewşeke nakire bê bikaranîn. Di vê navberê de 'hêzên ewlehiyê' qasî ku gel bikaribin bibihîzin strana "Olurum Turkiyem" strane, bi gotina 'allahu ekber' tekbîr anîne, gefên kuştinê li gel xwarine û ev yek ji aliyê şahidê bûyeran ve hatine ragihandin.
* Hate tespîtkirin ku welatiyên ku di bin agir de mane û ewlehiya canê wan ketiye xetereyê ligel ku bi gotina 'gulebaran nekin li vir sivîl hene' 'hêzên ewlehiyê7 hişyar kirine jî gulebaran berdema kiriye.
*Hatiye tespîtkirin ku di hemû lêgerînên malan de tiştên li malan hatine texrîbkirin û zirar hatiye dayîn, serobino hatine kirin.
* Li gorî agahiyên ji welatiyan hatiye girtin; roja bûyerê xizmetên tenduristiyê hatiye asta sekinandinê, li tu navendên tenduristiyê û navendê tibê yên taybet xizmet nehatiye dayîn. welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndarên din ji aliyê welatiyan ve birine Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û piştî mudaxaleya beşa lezgîn birîndar sewqî nexweşxaneyên Amedê hatine kirin. Ambulans ji aliyê 'hêzên ewlehiyê' ve bi hinceta 'ewlehiyê' hatine astengkirin.
(zt)