Li Cizîrê şer yek jê zarok 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

16:15

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê şer berdewam dike yek jê zarok 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl jî birîndarbûn. Hat hîndbûn ku rewşa birîndarek din jî giran e.

Li Taxa Nur a navçeya Cizîra Şirnexê di navbera ciwanan û tîmên tayîbet de şer derkt û her diçe mezin dibe. Di encama şer de yek jê zarok 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar hen. Di dema pevçûnan de zarokê bi navê Baran Çagli yê 7 salî yê di bin dîwarê xirabûyî de ma jiyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Mesur Sanir (28) jî bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Polîsên ketin û derketina nexweşxaneyê girtin destûr nedan tu kes mudaxeleyê li Mesur bike û jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat zanîn ku rewşa birîdarek dinê jî girane. Tê gotin li taxa Nur endamên Partiya Hur Davayê jî bi çekan gule berdan ciwanan û piştî ciwanan bersiva wan da hat gotin ku endamê Partiya Hur Davayê Maruf Gozungu birîndar bû. Endamên Partiya Hur Dava bi çekan êrîş li Navenda Çandê ya Şaredariyê ya li Girê Evînê kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê jî gelek welatiyên li Navenda Çandê binçavkirin.

nehat zanin disa heta zanîn ku kesekî ku navî wî nehat zanîn jî birîndare û li nexweşxana Dewletê ya Cizîrê ye nexweşxane di bin abluka polêsande ye û kesê ku diçe nexweşxanê gûle li wan tê reşandin. Bajar biştî şer ket bêdengiyê niha jî Ji Taxa Banê Senefisê, Sur û Nûrê dengê çekan bilindibe û cadda Hevrişmê ji alî polêsan ve ji tirafikê re hat girtin. Hate hîn bûn ku du kes li Taxa Nurê li ber Tedaşê birîndarbûne lê leşker û polês nahêlin kes xwe nêzikî birîndara bike û mideheleyî wan bike kî xwe nêzikî wan dike gulê bi ser wan de direşînin.

(ma/zt)