Di êrîşên li Cizîrê berdewam dike de hijmara welatiyên jiyana xwe jidest dan giha 3'an

18:09

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê di pevçûnên ku didomin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 3'an. Welatiyê bi navê Eyup Ergenê 27 salî hate hinbûn xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ye di encama gulebarana leşer û polîsan de jiyana xwe ji dest da.


Li taxa Nur a Cizîra Şirnexê pevçûn didomin. Polîsan, welatiyê bi navê Eyup Ergen ê bi wesayîta bi plaqaya 73 DV 743 a ve kete taxê ji gulebaran kirin. Ambulansa ku hate cihê bûyerê jî ji aliyê leşker û polîsan ve hate gulebarankirin û ji wê hate durxistin. Welatiyan bi derfetê xwe Eyup birin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku Eyup xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ye.

Li Cizîrê di pevçûnên ku derketin de zarokê 7 salî Baran Çagli û Mesut Sanri (28) yê polîsan nehîştin li nexweşxaneyê bên dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

(ma/zt)