Li Wanê di mudaxeleya polîsan de rojnamegerek birîndar bû
18:25
Tebax
27
/ 2015
JINHA
WAN - Li Wanê polîsan mudaxeleyî daxuyaniyê kirin di mudaxeleyê de nûçegihanê DÎHA yê Selman Keleş ji serê xwe bi bombeya gazê birîndar bû.
Li Wanê polîsan êrîşî daxuyaniya ku ji bo şermezarkirina êrîşa polîsan a bi pêşengiya HDP û DBP'ê ve li taxa Karşiyakayê dê bihata lidarxistin kirin. Polîsan bi bombeyên gavê û guleyên plastîk ve êrîşî gel kirin. Di êrîşa polîsan de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Selman Keleş jî ji ber bombeya gazê ya bi serê wî ket birîndar bû. Piştî êrîşa polîsan li taxên Karşiyaka, Şehît Firat û Xaçortê pevçûn dest pê kir.
(zt)