Girtiyên jin: Di her şert û mercan de emê li cem gelê xwe cîh bigirin.

09:29

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jinên siyasiyên girtîgehan bi boneya nêzbûna 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê peyamek nivîskîr weşandin. Ser navê girtiyan Kajîn Perî daxuyanî da û got: "Em tax, navçe û bajarên ku xweseriya xwe îlan kirine pîroz dikin. Dîsan em 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li tevahî gelê kurd û kurdisbanê bi dil û can pîroz dikin. Weke girtiyên PAJK'ê di her şert û mercî de emê li cem gelê xwe cih bigirin."

Girtiyên jinên siyasi yên li girtîgehên Kurdisan û Tirkiyê bi wesîleya nêzbûna 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û îlankirina gel ya rêveberiya cewherî daxuyaniyek nivîskî weşandin. Ser navê girtiyên jin Kajîn Perî daxuyanî da û diyar kir ku wê di her şert û mercan de li gel gelê xwe cîh bigirin û wiha domand: "Aştî cewhera mirovatiyê temsîl dike. Di mirovahiya xwe de îsrarkirine aştî. Di dîroka mirovahiyê de şer (derveyî parastina rewa) jiyan, xweza û her tiştên bi wate tinekirine. Kesên ku xwedî hişmendiya şerperestî tinekirina mirovahiyê boyî berjewendiyên xwe ên qirêj şer didomînin. Lê belê hişmendiya aştiyê her dem bûye bend ji şer re. Mirov û mirovahî bi hişmendiya wekhevî, dadwerî û azadiyê de weke çemê reş di dîrokê de bîrdozêya şatiyê û şer her dem li dijî hevdu û bi tekoşeriyekî dijwar ve herikiye.

1'ê Îlonê di cîhanê de weke roja aştiyê hatiye îlan kirin. Yek ji wan welatên ku vê rojê weke roja aştiya cîhanê pejirandiye jî Tirkiye ye. Lê mixabin li hember hemwelatiyên xwe di nava şerek dijwar daye. Neyartiyekî kur, tind û dijwar li hember gelê kurd dike. Sîtavî vê neyartiya ku pêvajoya çareseriyê xistiye nava bozdolabiyê, pişkiriyê dide çeteyên hov û qirkirinê ser gelê kurdê ku di azadiya xwe de îsrar dike pêktîne.

Gelê azadîger her dem pişgirî daye hişmendiya aştiyê. Em ji aştiya gelan, wekheviya gelan û hevrejîna gelan bawerdikin û bi vê baweriyê re xwe rêveberiya gelan, xweseriya gelan bo aştiyê pêngaveke giring dibînin. Em tax, navçe û bajarên ku xweseriya xwe îlan kirine pîroz dikin. Dîsan em 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li tevahî gelê kurd û kurdisbanê bi dil û can pîroz dikin. Weke girtiyên PAJK'ê di her şert û mercî de emê li cem gelê xwe cih bigirin. Divê îktidara dewletê bi lizgînî xweseriya gelê me nas bike û guhertinên makezagonî çêbike."

(zt)