Li Erdişê di bernama derdor û bajarvaniyê de rengê jinê
09:30
Vildan Atmaca /JINHA
WAN - Şaredariya Erdişê rengê jinê dide bernama dedor û bajarvaniyê û navçeyek ekolojîk avadike. Mimar Gizem Gul got: "Em hewildidin navendên jin têde bi rehetî bikarin biçin karên xwe û bên malên xwe avabikin. Em mafê xwe yê di nava sazumaniya bajêr de vîna xwe nîşandanê diparêzin."
Şaredariya Erdişê hewildide nêrîna jinê bide hemû xebatan. Her dem di rêveberiyê de nêrîna jinê bingeh digirin û li cihê çîmentobûna bajar dest bi xebatên jinê yên ekolojik ên Erdişek nû dikin. Mimar Gizem Gul bernama derdor û bajarbûnê ya bi rengê jinê nirxand.
Gizem diyar kir ku pirsgirêkên jinan li hemû cîhanê hemanin û wiha domand: "Em difikirin ku bi destê jinan dostê wan Erdişê ji nû ve avabikin. Ji nû ve avakirina dostê jinan Erdişê ne tenê solên bilind kirina lingê xwe û bi erebeyên zarokan li ser pêplingan bimeşin. Di heman demê de di nava mekanizmayên biriyardayînê yên bajêr de cîhê xwe bigirin."
'Em jinan ji nava rolê zayendîtiyê derdixin'
Gizem wiha berdewam kir: "Em navendên ji bo jin ji nava wî rolê zayendperestî û tenê dayîktî hatî dayînê derxînin bixin nava herêmên civakî amade dikin. Emê li Erdişê herêmên şînahiyê, kireş, cihên kincan û gelek herêmên dinê vekin, ji bo ku rolê jinan ji nava malê kêm bibe beşdarî nava jiyanê bebin vekin. Divê em jinan beşdarî nava aboriya bajar bikin. Divê em jinan beşdarî nava hemû mekanîzmayên biriyardariya nava bajêr bikin."
'Jin navendên xwezayî hez dikin'
Gizem anî ziman ku jin bi xwezayê ve girêdayîye û wiha dom kir: "Çawan ax sembola hilberînêye wiha jin jî sembolek a hilberînê ye. Ez dema qala hilberînê dikim tenê ji bo anîna zarokan nabêjim. Zeka, hest û mantiqê jinê hilberînkare. Ticarî jin weke mêran nakeve peyî kurdî, cihên bilind û wergirtina kincên marqeyan. Jin hîn zêdetir xwezayê hez dikin. Ji ber ku jin bi xwe xazayîye. Heya em jin di van bajaran de hebin emê dest ji xebatên xwe yên herêmên vekirî û parqên xwe yên ekolojîk bernedin. Emê di sekna xwe de nêzîkatiyên xwe yên xwezayî her dem berdewam bin. Tenê cihên vîzîkî guhertin jinê azad nake. Di rastiyê be bi hişmendiyê re herêmên fîzîkî guhertin dê jinê azad bike."
'Bernama mîmariyê hişmendiyek civaknasiye'
Gizem wiha pêde çu: "Bernameyek fîzîkî di aliyê çêkirin û firehkirina rêyan û wekedinê de heye. Bernameya me ya avakirinê hîn zêdetir civaknasiye. Em jin dixwazin di nava bajar de xwe bigihînin hemû bernameyên sazumaniyê. Em jin naxwazin di tu cihan de bên girtin. Emê di sazumaniya avakirinê de herêmên şînahiyê zêde bikin. Ev hemû nêrîna jina ne."
'Tenê aliyê fîzîkî guhertin jinê azad nake'
Gizem balkişand ser girêdana jinê ya bi axê re û wiha berdewam kir: "Herêmên şînahiyê cihên jin li gel zarokên xwe, hevser û hevalên xwe di navê de bicivine. Di sazumaniya avakirinê de divê nêrîna jinê û daxwazên wan li ber çavan bên girtin û wiha bê avakirin. Emê jin sekna xwe nîşan bidin di nava wan hemû karan de. Tenê bi guhertina cîh jin azad nabe. Di rastiyê de bi guherîna hişmendiyê re guherîna cîh pêkanînê azad dibe. Her çendî mêr bixwazin me bikişînin tarzê xebata xwe jî emê rengê xwezaya xwe bidin rengê xebata xwe."
(zt)