Jinên Asûrî: DAIŞ bîr û nirxên civakê hedef digre
09:31
Sorgul Şêxo /JINHA
TIL TEMIR - Jinên Asûrî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li ser nirxên civakê û cihên pîroz şermezar kir û wiha gotin: "Her çiqas hewl bidin êrîşê nirx û cihên me ên pîroz bikin jî, wê nekaribin hêzê me ya bawerî bişkînin."
Jinên Asûrî yên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser nirxên civakê şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi van êrîşan hewl didin bîra civakê ji holê rakin û tûne bikin. Her wiha jinên Asûrî dan zanîn ku her çiqas êrîşên bi vî aweyî bidomin jî dê tu carî nekaribin hêza baweriya civakê ji holê rakin û bişkînin.
'Bawerî ji hertiş bi hêztire'
Yek ji jinên Asûrî Madlîn Îsak êrîşên hovene ya çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê êrîşê cihên me yê baweriyê û pîroz dike û bombe baran dikin. Gelê me qetil dikin û neçarî koçberiyê dikin. Her çiqas êrîşên bi van rêbazan jî pêk were dê nekaribin baweriya me bişkînin. Ji ber ku bawerî ji her tişî bi hêztire. Ji bo jiyane azad û bi rûmet dê têkoşîna me a parastina bawerî û çanda civakê bidome. Çeteyên DAIŞ'ê nikare bi van kiryarên xwe yên dervî mirovî baweriya gel bişkîne. Ji ber ku berxwedaniya gelê Rojhilata Navîn ji dîrokê heyan niha li hember desthilatdar û dagirkeran tu caran têk neçû ye û heya roja îro li berxwedide."
'Di mislimantiyê de qetilkirina jin û zarokan tune ye'
Her wiha Margiret Mîrza jî destnîşan kir ku tu têkilyê çeteyên DAIŞ bi mislimantiyê ve tune ye û wiha pêde çû: "Çeteyên DAIŞ'ê bi navê mislimantiyê derketine, lê êrîşê nirxê civakê dike zarok û jinan qetil dike û li bazaran difroşe wek mal. Di mislimantiyê de wêran kirin, qetilkirin, şewtandin û dagirkerî li ser nirxê mirovahiyê de tune ye. Dêr ango Parêzgeha herî mezin a pîroz li bajarê Himsê bû ew jî bombe baran kirin hilweşandin. Têkiliyê DAIŞ'ê bi mislimantiyê ve qet nîne. Ji ber hêzê talankirin û dagirkeriyê ye. Di mislimantiyê de wekhevî, berpirsyarî, parastina nirx û rêz dayîn heye."
'DAIŞ bîr û nirxên civakê hedef digre'
Margiret her wiha anî ziman ku armanca çeteyên DAIŞ'ê welatî ji cih û warê wan dûrxistine û wiha domkir: "Armanca êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatî ji axê wan bide revandin û belav bike. DAIŞ bîr û nirxên civakê hedef digre. Civak di dîrokê heya niha li berxwedaye û gelek berdêl ji bo azadiya xwe û baweriya xwe daye. Tû caran jî dev ji baweriyê xwe bernedaye. Çeteyên DAIŞ'ê jî her çiqas zarar bide jî dê nekaribe kokê ku civak li ser xwedî bûye ji holê rake. Gelê Asûrî jî rastî qirkirinê tên lê hîna ji bo ku hebûna xwe biparêze têdikoşe û li berxwedide."
Margîret di dawiyê de bang li saziyên mafê mirovan kir ku xwedî li nirxên civakê derbikevin û têkoşînê li heber çeteyên DAIŞ'ê bi hêz bikin kir. Margîret got: "Ne çeteyên DAIŞ'ê kîjan hêz tê pêşbirê me bila bê, ew ê nekaribin me ji axê û nirxên me dûrbixin. Ji ber ku her civak li ser ax û baweriya xwe dijî. Eger ev nirx wenda bike tê wateya ku ew civak jî hatî tune kirin."
(rb/rc)