Azîze bi tirsa dîsa koçber bike û vegerin salên 90'an dijî

09:33

Şilan Özhan/JINHA

SÊRT - Azîze Taniş a ku gundê wan tev ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat şewitandin û koçber bûn; piştî pêvajoya çareseriyê dîsa vegeriyan gundê xwe. Azîze, bi konsepta şer a ku ji nûve hat destpêkirin dîsa ket nava fikara ji nuve koçber bibin û bi tirsa dîsa vegerin salên 90'an dijî.

Polîtîkayên dewletê ya înkar û îmhaya li hemberî gelê Kurdistanê berdewam dike. Di demên dawî de piştî hikûmeta AKP'ê di hilbijartinê de têk çû, konsepta şerê taybet hat destpêkirin. AKP û Serokomar Erdogan li dijî gelê Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhayê bi konsepta nû ya şerê taybet berdewam dike. Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2013'an de pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin vegera gundan jî dest pê kir. Lê piştî hilbijartinê ku HDP bi ser ket û AKP bi serê xwe nebû îxtîdar, konsepta şerê taybet a li hemberî gelê Kurdistanê ji nûve ket meriyetê. Dîsa wekî salên 90'an mirov tên qetilkirin, girtin û rastî îşkenceya giran tên. Polîtîkayên înkar û îmhaya li hemberî gelê Kurdistanê tên meşandin, welatiyên vegeriyan gundên xwe dîsa xistin nava fikaran. Welatiyên Gundê Derawîdê yê navçeya Diha ya Sêrtê fikarên xwe anîn ziman. Welatiya gundê Derawîdê Azîze Taniş, diyar kir ku tirsa wê ewe ku dîsa koçber bibin û vegerin salên 90'an.

'Li hevserê min dan û avêtin qada gund'

Azîze anî ziman ku berî gundê wan bê şewitandin her şev bi tirsa zilma dewletê radizan û wiha got: "Leşkeran her şev bi ser gundê me de digirt. Şevekê dîsa leşkeran bi ser gundê de de girt. Bi hevserê min îşkence kirin û hevserê min avêtin qada gund. Qereqol li nava gund bû. Her ku helîkopter dihat gund her kesî cilê xwe li xwe digirin û xwe ji serdegirtina malan re amade dikir."

'Me parastina xwe li dijî êrîşên leşkeran girtiye'

Azize, da zanîn ku birayê wê tev li PKK'ê bû û jiyana xwe ji dest daye û niha ji bo wî sersaxî danîne û wiha axivî: "Leşker hatin gund û xwestin birayê min bibin. Lê hemû gundî derketin derve û destûr nedan ku birayê min bibin. Leşkeran jî bi çekan bersîv dan me. Ji ber gulebarana leşkeran li gund du kesan jiyana xwe winda kirin. Gelek kes birîndar bûn. Leşkeran mala bavê min, mamê min û gelek welatiyên gund şewitandin. Leşkeran lîsteyek amade kiribû û li gorî wê listeyê mal şewitantdin. Li hemberî zilma leşkeran hemû gundî li hev xwedî derketin. Yên malên wan nehatin şewitandin malbatên ku malê wan hatin şewitandin hembêz kirin. Leşkeran gefa 'Heta 15 rojan hûn malên xwe vala nekin em dê bişewitînin' Piştî 15 rojan malên me şewitandin.

'Îşkence berê hêj li pêş çavê me ye'

Gelek welatên cîhanê îşkence di fîlman de temaşe kir. Lê gelê Kurdistanê zilm, zordari û îşkenceya leşker, cerdevan û rayedarên dewletê zindî dît û jiya. Azize anî ziman ku demsala zivistana sala 1993'an bû wiha berdewam kir: "Ji ber hewa sar bû, me sobe pêxistibûn. Zarokên me tev raza bûn. Serê sibehê dengê çekan hat. Hevserê min hat û got zarokan hişyar bike, vê carê dê vê carê gund bişewitînin. Piştî dengê çekan bi dawî bû hemû welatiyên gund li qada gund kom kirin û îşkence li zilaman kirin. Dengê hawara zilaman a ji ber îşkenceyê hêj di guhê min de heye."

'Li pêş çavê min gund şewitandin'

Azize, daxuyand ku her dem leşkeran hevserê wê binçav dikir û wiha berdewam kir: "Kurê min hat cem me û got: "Bavû hûn di pêş de birevin. Ger leşker we bigire dê we bikuje' Dema hevserê min û xizmên xwe gund terk kirin ez li ser diyarê gund rawestiyam. Leşkeran li pêş çavê min gund şewitandin. Hemû mal yek bi yek şewitantdin. Bi taybetî cerdevanan mal dişewitandin. Leşker û cerdevanan hemû gund şewitandin. Ji ber xezûr û xwesiya min li malê mabûn, hevserê min dîsa vegeriya gund. Dema hevserê min çû dît ku xwesiya min desteki wê şewitiye û çavekî wê ji serê wê avêtiye."

'Hemû koka me şewitandin'

Azize, destnîşan kir ku hemû gundî li aliyekî kom kirin û gund şewitandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me ji tirsa dengê xwe nekir. Leşkeran piştî gund şewitand 4-5 gundî bi xwe re birin û çûn. Welatî tazî kirin û îşkence li wan kirin. Piştre gundiyan koç kirin. Dema leşkeran gund şewitand û çûn em dîsa vegeriyan gund. Dema em dîsa vegeriyan gund, me dît ku hemû alav, amûr û hemû koka me şewitandine. Tu tişt nehiştine.

'Piştî em dîsa vegeriyan gund, leşker jî dîsa hatin gund'

Azize, bibîrxist ku piştî koçberiyê dîsa vegeriyan gund û dema dîsa vegeriyan gundê xwe jî leşker jî dîsa hatin gund. Azîze herî dawî fikar û tirsên xwe bi va
gotinan anîn ziman: "Ez dîsa hatin vir û niha li vir dijîm. Lê tirs û fikara min ewe ku em dîsa vegerin salên 90'an û em dîsa koçber bibin. Di salên 90'an de jî zarokên me dihatin kuştin, niha jî zarokên me tên kuştin. Tu tişt nehatiye guhertin. Her tişt dîsa dubare dibin."

(mae)