Li Nisêbînê hevserok hatin binçavkirin
09:56
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Ziynet Algan hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî Hevşaredarên DBP'î didome. Piştî ku hevşaredarên Licê, Farqîn, Sûr û Colemêrgê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî di encama serdegirtinên malan de Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Ziynet Algan ji ber daxuyaniya "rêveberiya cewherî" hatin binçavkirin. Polîsan bi ser malên Hevserokê DBP'ê yê Nisêbînê Îdris Yavuz, rêveberên navçeyê Alaveddîn Aslan û xebatkarê şaredariyê Şehmus de jî girtin, ji ber ku ne li malê bûn nehatin binçavkirin. Sara û Ziynet birin Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê.
(zt)