Dayikên leşkeran: Ne zarokên kesên şer dixwazin zarokên me dimirin

10:29

Nîşmîye Gûler/JINHA

WAN- Dayikên leşkeran ên ji ber polîtîkayên şer bi gumanin bang li Serokomar Tayyip Erdogan kirin û wiha gotin: "Êdî vî şerî rawestîne. Bila dilê dayikan neşewite. Leşker û gerîlla wekhevin."

Raperîna dayikan li dijî polîtîkayên şer yên hikûmeta demdar AKP'ê bê navber didomin. Li erdîngeriya Kurdistanê her roj agahiyên mirinê dilê dayikan dişewitîne û ji bo pêşî li mirinan bigrin dertên qadan û daxwaza aştiyê dikin. Bi taybet dayikên leşkerên ku di nava herêma şer lê heyî tê şandin gelek bi gumane. Azîme Bîlal a ku kurê wê li Qersê leşkeriyê dike anî ziman ku ew bi şev ranakeve û wiha got: "Zarokê me di nava şer de ne em ê çawan razên. Ji tirsa em televîzyonê temaşe nakin ku agahiyê mirinan negrin. Ez benda vegera kurê xwe me ji şerê ku Erdogan bi serê xwe daye despêkirin."

'Gerîlla û leşker wekhevin'

Dayika Azîme bang li Serokomar Tayyîp Erdogan kir û daxwaza rawestandina xwîn kir û wiha got: "Em wek dayikên leşker, polîs û gerîlla daxwaza rawastandina vî şerî dikin. Kurê min leşkere û li çiyê jî xizmên me hene. Di navberê de tu ferq tûne ye, gerîlla û leşker wekhevin. Erdogan çima kurê xwe naşîne leşkeriyê, çima bi xwe naçe? Şer derdixe û baş mirovan berdide hev. Ewladê me di nava şer de ne. Ne ewladê wîne. Ên ku şer jî dikin ên ku dimirin jî emin." Azîme di dawiyê de diyar kir ku êdî naxwazin dilê dayikan bişewitin, ji bo ku ev şer bê rawestandin tiştê ji destê wan bê dê bikin û pêwîst be dê kolan bi kolan têkoşîna xwe bidomînin.

'Êdî vî şerî rawestînin'

Hanîfe Şîpal a ku kurek wê leşker a din jî li girtîgehê anî ziman ku ji ber baweriya wê ji aştiyê re ew kurê xwe şandiye leşkeriyê. Hanîfe bang li Serokomar Tayyîp Erdogan kir û wiha got: "Êdî vî şerî rawestîne. Bila êdî ne gerîlla ne jî leşker bimirin. Bila şer hima vê bihnê bê rawestandin. Banga xwe ya aştiyê em ji vir bilind dikin bila hemû serok bibhîsin. Eger Erdogan îdîa dike ku mislimane bila di vê bihnê de vî şerî rawestîne. Eger bibe şah çiye ma qey wê carek din nekeve binê axê."

'Kesên şer daxwaz dikin yek zarokê wan di nav şer de tûne'

Hanîfe diyar kir ku ew gumanê jiyanê kurê xwe dijî û wiha pêde çû: "Her roj agahiyê mirinan tê. Ên ku dimirin hemû zarokên me ne. Kesên şer daxwaz dikin yek zarokê wan di nava şer de cih negirtiye. Çi dibe tê serê min û zarokên me. Sucê vê yekê jî Erdogane. Dê çawan hesabê van bûyeran bide. Destê wî hemû di nava xwînê de ye."

(rc)