Jinên Geverê kolan û barîqatan na terikînin

11:12

Medya Cebe-Asya Tekin/JINHA

COLEMERG - Li Geverê ji her temenî welatî bi armanca parastina cewherî serferber bûne. Jinên Gerverê di nava refên parastinê de di eniya pêş de cihê xwe digirin, xendekan dikolin û li hember êrîşên polîsan ewlehiya xwe digirin.

Şeva derbasbûyî polîsan êrîşî taxên Mezarlik, Orman, Kişla, Dize, Yeşildere û Cumhuriyetê yên navçeya Gevera Colemêrgê kirin. Di necama êrîşan de yek jê jin 4 kesan jiyana xwe jidest dan. Paşê welatî daketin kolanan xendek kolan û barîqat danîn. Di refên parastina cewherî, kolandina xendekan û danîna barîqatan de jin jinên ciwan heya jinên bitemen di eniyên pêş de cihê xwe digirin û li hember hewldanên qirkirinê ewlehiyê digirin. Jinan diyarkirin ku dê kolanên xwe vala nehêlin û gotin: "Emê giyana şoreşa jinan a Rojava ku ji nava wê YPJ şîn bûye li Geverê bidin jiyan din."

'Di şer de jin û mêr nîne'

Ji jinan Meşrude Kaya da zanîn ku bi qasî xemgîniya wan ji hevalên xwe yên jiyana xwe jidest dayî ew qas jî hêrsa wan a li hember polîsan û hikumetê jî mezin bûye û wiha domand: "Duh bi şev polîsan dest bi bombabaranê kirin. Em jin, zarok, mêr, kal û ciwan hemû daketin kolanan me parastina xwe kir. Şehîd û birîndarên me hen, heya desturê nadin em birîndarên xwe bibin nexweşxanê. Topên hewanê avêtim malan. Dema ku topa hewanê bi banê malekê ket agir berbûyê, me hewlda em biçin agir vemirînin lê destur nedan em biçin, heya serê sibê ew mal dişewitî. Em jin neçarin parastina xwe ya cewherî bikin û emê bikin jî. Di şer de jin û mêr nîne. Em şer naxwazin, ji bo şer nebe çî ji destê me hat me kir, lê Hikumeta AKP'ê şer tercîh kir. Emê jin daxwaz AKP'ê ya şer jêre nehêlin, em çî dixwazin emê bikin. Emê giyana Kobanê li Tirkiyê bidin jiyan din."

'Ezê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikim'

Nesrin Ozek ya ku lawik xwe dinava refên PKK'ê de winda kiriye jî got: "Ji duh heya niha li Geverê qirkirin tê jiyan kirin, weke ku seferberî îlan kirine. Gever dişewite û qêrîn ji navê bilind dibe. Hemû kurdên bişeref serî li hember qirkirinan netewandin û li ber xwe dan. Şerefsizên îxanetcî jî revîn Gever terikandin. Me li vêderê çar qehremanên xwe şehîd dan. Ez yên ku ji vî şerê şerefê reviyane nelet dikim. Ez weke jinek û dayîka şehîdekê amademe li vêderê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikim û canê xwe feda bikim. Her demê li hember banga me jinan a ji bo rawestandina şer û anîna aştiyê wan çek karanîn, êdî emê jî bi zimanê wan biçinê û bi qehremanî axa xwe biparêzin. Divê hemû jin û dayîkên naxwazin zarokên me bên qetilkirin ji malên xwe derkevin û deng bidin vê berxwedanê."

'Dê giyana YPJ'ê li Geverê bê jiyan kirin'

Jina ciwana endama YDG-K'ê Zînarîn Rojava jî destnîşan kir ku dê li hember qirkirinên tên kirin bêdeng nemînin û wiha berdewam kir: "Ez weke jinek her dem li aliyê aştiyê me, lê hikumeta AKP'ê guh neda banga me ya ji bo aştiyê û hemû Tirkiye xist nava şer. Dema ku şer bixwaze, emê jî şer bikin. Em niha xendekan dikolin û barîqatan didanin. Ev hemû ji bo parastina me ya cewheriye. Em niha parastina xwe ya cewherî dikin û emê desturê nedin ji niha û şun de tenê yek jî ji me şehîd bibe. Bêxwestin emê bi şev û roj li kolanan bin, parastina xwe bikin û em evqasî ji bo şer amadene. Bila AKP û hikumet baş bizane ku emê xwe ji şer û tolhildanê paşde nedin. Jin xwe ji vê berxwedanê nadin paşê Weke li Kobanê giyana YPJ'ê hatî avakirin û bi pêşengiya jinan şoreş hatî kirin dê ew giyan li Geverê jî bê dîtin."

Mala mela jî hedef hat girtin

Li Gevera parastina cewherî heyî hemû malên gel nesîbê xwe ji topên hewanan û guleyan girktine. Yek ji malên topa hewanê vêketî jî mala Mela Îbrahim Akdogan ya li Taxa Ormanê ye. Di bûyerê de Mela Îbrahîm bi xwe jî birîndarbû û mala wî jî hat rewşa neyê karanîn. Topa Hewanê pelên qurana mela dixwend jî şewitandin. Hevsera mela Rizbar Akdogan ji kamereya me re qala kêliyên şer kir.

'Ez li ser nimêjê bûm, dema ku topa hewanê hatî bi mala me ketî'

Rizbar Akgogan diyar kir ku dema wê li bolkonê nimêj dikir topa hewanê hatiye bi mala wan ketiye û wiha got: "Şev tarî bû min li bolkonê nimêj dikir, min dengê teqînek mezin bihîst, heya ez gihiştim ber derî min dît derî hatiye girtin, dema ku ez li peyî xwe vegeriyam min dît hevserê min birîndare hema min qêr kir. Kesê dengê min nedibihîst. Xudê mafê me ji kesê re nehêle. Mala me û hemû tiştên di malê de hatine rewşa êdî neyên xebitandin. Şikir ji xuda re ku zarokên min li malê nebûn, mal hemû bi erdê ve kirin yek. Hevserê min li ser cihê xwe razayîbû, topa hewanê hinda cihê wî hat û di topbaranê de birîndar bû. Roja dinê heya nîvro me hevserê min nebir nexweşxanê, şer berdewam dikir. Birayê min di nava PKK'ê dene, yên ev li me kirin dewlete, ez cardin jî nikarim bêduayan li dewleta ku ev anî serê me bikim, ji ber bêduayên jinên bawermend li xwediyê wan vedigerin. Lê eva li me hatî kirin zilme. Hedefgirtina malên me û gelê sivîl nayê pejirandin. Dê xuda hesabê vê ji leşker û polîsan bixwaze."

'Piştî evqas tişt gelo dad li ku ye?'

Yek ji jinên di heman bînaya topa hewanê vêketî de dirune Hawa Akdogan jî wiha axivî: "Xuda dilê Erdogan biêşîne. Yên vê li me dikin kes nabîne, ka dad li kuye. Em hemû li malên xwebûn ser me de gule barandin. Çawan her kes di nava taxê de taxê gulebaran dikin û topên hewanê di avêjin. Polîs û leşker vê zilmê dikin."

'Heya roja dinê nîvro me karî em birîndaran bibin nexweşxanê'

Meryem Akdogan ya ku di heman bînayê de dirune jî got: "Dema emê razabana bi carekê re dengek gelek bi hêz hat. Rizbar hat xwarê û da zanîn ku hevserê wê birîndare. Me birîndar anî qata xarê, me gazî abolansê kir lê nehat. Me bi derfetên xwe mudaxeleya despêkê li birîdaran kirin. Serê sibê jî abolans nehat, birîndar heya saetên nîvro li cihê xwe man. Dema ku abolans nehat me li gorî derfetên xwe birîndar birin nexweş xanê. Ji nexweşxanê jî sewqî Wanê kirin. Yên dikin dermirovaneye, êdî bese em dibêjin êdî bila ev zilim bi dawî bibe."

(zt)