Hediya Yûsif: Projeya me ji gelan re alternatîfa jiyana bi rûmet pêşkêş dike
11:35
JINHA
QAMIŞLO – Hevseroka kantona Cizîrê Hediya Yûsif diyar kir ku wan di encama ezmûnên serkeftî yên Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Rojava ku li sê kantona hatine avakirin, projeya Çareserkirina Demokratîk a Sûriyê pêşkêş kirine û got ku armanca wan ji projeyê avakirina civaka demokratîk e.
Hevseroka Katnona Cizîrê Hediya Yûsif derbarê projeya Sûriya Demorkatîk û bingehên wê yê sereke, her wiha ezmûnên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wergirtine de ji ANHA'ê re axivî. Hedîye wiha got: "Yên dixwazin projeyan pêşkêş bikin, pêwîste ji gelê xwe dest pê bike. Ji ber wê me destpêkê projeya xwe ya civaka demokratîk di nava civaka kurd de da destpêkirin. Projeya civaka demokratîk ji aliyê hemû gelê kurd û hemû pêkhateyên din ên Rojava deng veda û encamên mezin bi xwe re anî."
'Projeyê me hemû gel diparêze'
Hediye destnîşan kir ku projeya civaka demokratîk hemû gel, bawerî û çand di nava xwede diparêze û got: "Projeya Civaka Demokratîk mafê hemû pêkhateyan û çanda wan diparêze. Pêdiviya gelê herêmê û hemû gelên cîhanê bi sîstemeke demokratîk heye, projeya Civaka Demokratîk hemû gelan diparêze, jiyaneke bi rumet û dûrî desthildariyê ji civakan re pêk tîne. Ji sîstema dewletê û desthiladariyê dûre, bingeha xwe dispêre vîna civakê. Ji encamên projeyê yê destpêkê demokratîbûna li Rojava û avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk li hersê kantonên Rojava ye. Hemû beşên civakê yên ji hemû pêkhateyan cihê xwe di nava xweseriyê de girtin. Di rêveberiyê de bûne şirîkên hev û mafên çandî û civakî, her wiha di hemû aliyan de hate parastin. Îsbat vê yekê jî ew e ku niha hemû pêkhate parastina Xweseriyê dikin."
'Divê hemû pêkhateyên li Suriyê dijîn cihê xwe di nava çareseriyê de bigrin'
Hediye da zanîn ku ezmûna rêveberiya xweseriya demokratîk bi şoreşa Rojava re bi serket û wiha pêde çû: "Ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di Rojava de bi serket û hemû pêdiviyên jiyanî ji bo gelê Rojava hate peydakirin, her wiha aramî û ewlekariya herêmê jî peyda kir. Di encama ezmûnên me yên di Rojava de pêk hatin û berizbûna rola gelê Rojava ya di hemû aliyên jiyanê de, her wiha riya hevgirtina di nava gelê Rojava de terora cîhanê yanî çeteyên DAIŞ’ê bê alîkariya derve ji aliyê gelê herêmê vê têk birin. Ezmûna Rojava bû bingeha demokratîk li gel hemû gelê herêmê û tevahiya Sûriyê û hemû kesî naskir ku gel dikare bi xwe rêveberiya xwe bike û tu pêwîstiya wan bi kesên derve nîne. Li ser vî esasî û di encama ezmûnên Rêveberiya Xweseriya Demorkat a Rojava ku li sê katnona hate ragîhnadin me projeya civaka demokratîk ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê pêşniyar kir. Li gorî projeyê dê hemû pêkhateyên li Sûriyê jiyan dikin di çareserkirinê de cihê xwe bigirin. Ji xwe di Sûriyê de gelek netew û mezeheb wekî muzayîkekî li gel hev jiyan dikin."
Hediye wiha domkir: "Projeya me ya çareserkirina aloziya Sûriyê xwe dispêre yekîtiya civakên li Sûriyê jiyan dikin, her wiha sîstema parastina hevbeş a di bin yek fermandariyê û rêveberiya hevbeş ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe tê de digirin, eger ev bingehên sereke neyên peydakirin ne mumkine hebûna neteweyekê di nava hêzên cîhanê de pêk were. Ji bo xurtkirina wan bingehan pêwîste civak xwe di warê perwerdeyê, rêxistinî, zanist, rêveberî, aborî, çandî û di aliyê civakî de xwe bi rêxistin bike, bi vê yekê dê civaka xwe dispêre fikrê azad û demokratîk bê avakirin. Ev yekê dê bibe hêmana sereke ya xurtkirina projeya çareserkirina demokratîk. Di serkeftina ezmûna li Rojava bi beşdarbûna hemû pêkhateyan û bê piştgiriya hêzên derve û rêjîma hundirîn pêk hat baweriya me xurt bû. Ji ber vê yekê em ji ber ezmûna li Rojava bawerin ku riya herî rast a çareserkiriya aloziya li Sûriyê ku ev bûye 5 sal didome.
'Hêzên Ewropa û cîhanê projeyên me nîqaş dikin'
Hediye diyar kir ku civakên navdewletî û hin hêzên derve bertekên baş derbarê ezmûna rêveberiya xweseriya demokratî re nîşan didin û wiha got: "Sîstema xweseriya demokratîk sîstema civakîye, ne sîstema dewletê ye. Hemû aliyên wê ji aliyê civakê ve tê rêveberin, ne ji aliyê dewletê û desthiladaran e. Projeya me ya çareseriya demokratîk a Sûriyê dikare hemû civaka Sûriyê biparêze, her wiha şerê terorê bike. Civaka navdewletî û hin hêzên derve nerîneke erênî derbarê ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demoraktîk nîşan dan û projeya ji ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Rojava hate destnîşankirin erênî dinirxînin. Ev yek bi taybet piştî berxwedana dîrokî ya Kobanê û berxwedana gelê Rojava li Şengalê pêş ket. Serkeftina Ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demoraktîk ya Rojava nerîna hêzên navnetewî, cîhanî û Ewropî ku berê bi hebûna gelê kurd û projeyên wan itîraf ne dikir, niha bi mere di nava hevkariyê de ne û projeya me nîqaş dikin. Me bi gelek aliyan re hevdîtin kir, wan jî baş nas kirin ku gelê kurd xwedî projeyeke rast û xwedî ezmûn in. Ew jî bawerin ku ev proje ya herî rast ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye."
'Eger mudaxeleya karê me a hûndirîn bikin emê derbasî parastinê bibin'
Hediye wiha pêde çû: "Em li Rojava û Sûriyê li dijî çêkirina herêma tampon ku Tirkiyê dixwaze li ser sînorê Sûriyê çêbike ne, ji ber siyasetên me ji hemû aliyan re diyare, di siyaseta me de pêwîste xelkên wê herêmê parastina xwe bikin û hêzên xweparstinê ava bikin. Em qebûl nakin tu hêzên derve bikevin herêmê. Ji ber yek ji sedemên sereke ku Sûriyê gihiştiya roja îro destwerdana hêzên derve û di serî de Tirkiyê ye. Berjewendiyên Tirkiyê di alozîkirina rewşa li Sûriyê heye. Dema Tirkiyê yekser êrîş bike stratîjiya me ji hemû kesî re diyare û tê zanîn, hêza me ya parstinê heye, em dikarin gelê xwe û herêmên xwe biparêzin, em dikarin helwdanên wan ên li dijî ewlekariyê herêmên me bi sînor bikin. Bila hemû alî bizanin ku Rojava ne tenê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê xwe amade kiriye, lê belê em dikarin şerê hemû hêzên dixwazin mudaxeleyî rewşa me yê hindirîn bike, em ê bersiva wan bidin û em ê mafê xwe yê parsstina rewa bikar bînin.Tu niyeta me yê êrîşkirina li dijî tu aliyan nîne, lê dema êrîşek hat ser gelê me hêza me ya parasitnê heye, hêzên me êrîşî tu kesî nake, hêzên me hêzên parastina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.
'Dewleta Tirkiyê ji hebûna gelê Kurd ditirse'
Hediye di dawiyê de anî ziman ku dewleta Tirkiyê ji gelê Kurd ditirse û wiha pêde domkir: "Dewleta Tirkiyê tenê ji hebûna gelê kurd natirse, lê belê ji fikrê gelê kurd ditirse. Ditirse ku gelê kurd xwedî projeya demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Ji ber wê yekê naxwaze rola gelê kurd di guhertina Rojhilata Navîn de hebe. Ew baş dizanin Kurd xwedî projeyeke demokratîk a raste, projeya demokratîk a hemû civakê û gelane, ji ber projeya kurdan riya herî rast a çareserkirina hemû aloziyên li Rojhilata Navîn e, jê ditirsin. Dewleta Tirkiyê û AKP’ê dixwaze gelê Kurd bê hêz be, dixwaze bê îrade be û naxwaze gelê kurd yê azad û bi hêz di herêmê de hebe. Tirsa wan ji îradeya kurdan a demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn a ber azadî û demokrasiyê ve, ji ber vê yekê Tirkiyê şerê hêzên Kurdan dike û nahêle bingehekî wî di herêmê de ava bibe. Em li dijî hemû siyaet û hewldanên Tirkiyê ne, em bê navber di nava hewldanan de ne ku em herêmê veguherîn in herêmeke demokratîk û bibin anternatîfê dewletê û desthiladariyê, ji ber vê yekê dewleta Tirkiyê şerê me dike." Hediye di dawî de bang li gelê herêmê kir û wiha got: "Banga min ji hemû gelê Rojava re ewe ku xwe li derdora projeya Rêveberiya xweseriya Demokratîk kom bibin, dest ji koçberiya derveyî welat berdin û ji bo belavkirina fikrê demokratîk a di navbera hemû pêkhateyên Rojava kar bikin. Ez ji gelê Sûriyê re jî dibêjim riya tekana ya çareserkirina aloziya li Sûriyê yekîtiya di navbera hemû beşên civakê de ye. Pêwîste hemû alî dest ji nêrînên xwe yên netewî yên teng berd in."
(rc)