Li Cizîrê hemberî qirkirinan jiyan sekinî

11:36

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo şermezarkirina êrîşa polîsan esnafa darabayên dikanên xwe venekirin û xebatkarên tenduristiyê neçûn ser kar.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo şermezarkirina qetilkirina 4 welatiyên di encama êrîşa polîsan jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî birîndar bûn esnafan îro darabayên dikanên xwe venekirin û xebatkarên tenduristiyê neçûn ser kar.

Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtine û her wiha bijîşk û hemşireyên hemû beşên nexweşxaneyan îro neçûn ser kar.

(ma/zt)