Ji bo jin bibin mertalên zindî dê biçin Lîcê

11:52

JINHA

AMED - Dê rêxistinên jinên Amedê nobeta mertalên zindiya ku li hember avakirina herêma qedexe û operasonên li sêgoşeya Lice-Hani-Karazê berdewam dike hatî despêkirin dewir bigirin.

Herêma dinava sêgoşa Lîce-Hani-Karazê de weke herêma leşkeriya qedexe hatiye îlankirin. Ji bo ku windahiyên can çênebin welatî li gundê Hurê ê girêdayî navçeya Hani yê çalakiya mertalên zindî dane despêkirin. Çalakiya mertalên zindî bi beşdariyên nû di roja 10'an de berdewam dike. Dê rêxistinên jinên Amedê du rojan ji bo alîkariyê çalakiyê dewir bigirin.

Jin dê roja yekşemê di saet 09.00'an de li ber avahiya DBP'ê kombibin û ber bi gundê Hurê ya ku çalakiya nobetê lê berdewam dike ve bikevin rê.

(zt)