HPJ'ê nasnameya gerila Deniz Îmralî aşkera kir
13:47
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Biryargeha HPJ’ê bi daxuyaniyekî nasnameya gerîlayeke jin ya ji Merîwanê eşkere kir.
Fermandariya Biryaregeha Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ)’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayek jin eşkere kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ku gerîla Denîz Îmralî di meha Tîrmehê de di encamê qezayek de jiyana xwe ji dest da. HPJ di serî de ji malbata Denîz û hemû gelê Kurd re sersxiyê dixwaze û wiha dibêje: "Hevala Denîz Îmralî li gel ku demke kurt bû di nav têkoşînê de cih girtibû lê felsefeya Apoyî di kesayeta xwe de çandibû. Li hemberî desthilatdariya rejîma Îranê bi coş û biryardariyek mezin tevlî nav tekoşîna azadiyê bû. Şehîd Denîz jî yek ji wan şehîdane. Ji bo wê jî di artêşa me de her şehadetek lawazî çênake. Berovajî em ê têkoşîna Denîzan berdewam bikin û rêya wê bişopînin. Em careke din ji malbata şehîd Denîz û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em ê çeka wê li erdê nehêlin."
Li qadên parastina Medya ji bo Denîz Îmralî merasimek bi heybet bi beşdarbûna bi sedan gerîlayên YRK û HPJ’ê hat lidarxistin.
(rc)