Li Geverê bi hezaran welatî daketin kolanan û qirkirin şermezar kirin
14:25
JINHA
COLEMERG - Li Geverê êrîşên leşker û polîsan ên bûn sedema qetilkirina 4 welatiyan û birîndarkirina bi dehan welatiyan bi meşek girseyî hat şermezar kirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak a tevlî meşê bûyî got: "Gelê kurd biriyara xwe da, dê gav paşde ne avêje. Em çiqas bedelan bidin emê parastina xwe ya cewherî avabikin."
Di şeva derbasbûyî de leşker û polîsan bi topên hewanan û çekên giran êrîşî taxên Orman, Mezarlik û Kişla yên navçeya Gevera Colemêrgê kirin. Di êrîşan de 4 welatiyan jiyana xwe jidest dan û bi dehan welatî jî birîndar bûn. Li Geverê êrîşên hatin kirin bi meşekê hat şermezar kirin. Bi hezaran Geverî derketin kolanan û li ber avahiya HDP'ê kombûn û heya taxa Orman a lê qirkirin hatî jiyan kirin meşiyan. Parlementerên HDP'ê Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nihat Akdogan, Tugba Hezer, Adem Geverî, Mehmet Emin Îlhan û endamên Heyeta Aqilmendan Celalettin Can jî beşdarî meşê bûn.
'Qirkirin ji Erdogan bê xeber nîne'
Girseya gel a ku ser cadeya Cengiz Topel de dimeşiyan her ku diçun welatî ji kolanan diketin navê. Di meşê de duruşmên weke "Gever neraze li şehîdên xwe xwedî derkeve", "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin bilind kirin. Li taxa Ormanê jî çun taziyeya Fettah Es ê di êrîşê de jiyana xwe jidest dayî. Li wê Hevseroka KCD û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak axivî û got: "Qirkirinên tên kirin ji Serokomar Erdogan ne bê xeberin, ev hemû bi fermana wî tên kirin."
'Bi tang û topan bersivê didin mafê me yê rewa'
Selma da zanîn ku yekane sûcê wan heye ku ew wek mirovan mafên xwe yên xwezayî dixwazin û wiha got: "Rêvebiriya navendî li hember van xwestekên me bi komkujiyan bersiv dide. Ev gel wekî gelên li welatên cuda dijî rêvebiriya herêmî dixwaze. Li hember mafên xwe yên herî meşrû û demkratîk dewlet bi tank û topên xwe bersiv dide me. Lê gelê kurd biryara xwe daye û ji vê gava xwe paşve naavêje. Berdêla wê çi dibi bila bibe em ê rêvebiriya cewherî ava bikin."
'Me ve xebat daye despêkirin emê nîvî de nehêlin'
Selma bang li geveriyan kir da ku bila li pey vîna derketiye holê bisekine û berxwedanê mezintir bike û wiha axivî: "Divê her kesê ku di vê berxwedanê de kêmasiya wan heye rexnedayîna xwe bide. Dema em rêveberiya cewherî ava dikin yekena çeka me laşê me ye. Em hewce neke serî li çekan nedin. Heke li hember tax, navçe û kuçeya me êrîşek hebe divê em bi hev re tevbigerin û xebata xwe bibin serî."
Birayê Fettah ê hat qetilkirin, Muhyet Es jî spasiyên xwe pêşkêşî kesên hatin serdanê kirin û wiha got: "birayê min ji bo ku mirov nemirin bû mertalê zindî. divê her kes bizanibe ku wî ji bo gelê xwe canê xwe da. Fettah herî biçûkê me bû û yên mayî jî dê di ser vê riyê de biçe."
Hevsera Fettah Es, Leyla Es jî diyar kir ku hevserê wê ji bo jiyanek azad jiyana xwe ji dest daye.
Lêkolînên heyetê yên li navçeyê berdewam dike.
(at-mc/zt)