Yekîtiya Star li dijî hovîtiya li Geverê hat kirin banga têkoşînê kir
14:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Yekîtiya Star, êrîşên hovane ên dewleta Tirkiyeyê ya li hember gelê Geverê şermezar kir û banga têkoşînê li tevahî gelên aştî û azadîxwaz kir.
Koordînasyona Yekîtiya Star derbarê êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî gelê navçeya Geverê a Colemêrgê ku 4 kes hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Hovîtî û terora dewleta Tirk ku li ser gelê sivîl tê meşandin, li Colemêrg û Geverê didome. Bi çekên giran êrîşê gel tê kirin û bi vî awayî dixwazin vîna azad a gel ku dixwaze xwe birê ve bibe, bişikînin. Hikûmeta AKP’ê hemû şêwazên çewisandinê yên hovane li ser gel dimeşîne. Hikûmeteke xwedî van kiryaran êdî nayê pejirandin, gelê kurd û hemû gelên aştîxwaz û azadîxwaz riya çareseriyê di rêveberiya xweseriya demokratîk de dibîne.
Wekî Yekîtiya Star banga me ji hemû aştî xwazan ew e li cem berxwdana gelê Gever û Colemêrgê bisekinin û piştgirî bidin têkoşîna wan. Her wiha ji bo hemû gelê kurd û tevahî gelên Tirkiyeyê û bi taybetî ji jin, têkoşîna xwe ya li beramberî terora AKP’ê bilind bikin. Em van êrîşan şermezar dikin û ev kiryar wê nikaribe vîna gel a ji bo azadiyê bişikîne û wê gel gavên pêş de bavêjin."
(rc)