Li hember êrîşan Elkê rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir
14:38
JINHA
ŞIRNEX - Li hemberî êrîşên komkujiyê yên li Kurdistanê, gelê Elkê jî rêveberiya xwe ya cewherî îlan Kir. Hevserokê Meclîsa Gel Cevzel Olaş da zanîn ku ew edî walî, qeymeqam û polisên AKP'ê nas nakin û dê ji bo avakirina xwerêvebirinê tevbigerin.
Li Kurdistanê li hemberî konsepta şer a AKP'ê, îlankirina rêveberiyên cewherî berdewam dike. Piştî gelek bajar û navçeyan, li navçeya Elkê ya Şirnexê bi tevlibûna gelek nûnerên saziyên sivil û demokratik û gelek welatiyan, endamên Meclisa Gel a Demokratîk bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişên hukumeta AKP'ê dan û rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir. Hevserokê Meclisa Demokratik a Gel Cevzel Olaş daxuyanî xwend û destnîşan kir ku rayedarên dewletê ji xwestekên gelê Elkê dûr tevdigerin û ji bilî êrîşan tu kar nakin lewma wan biryar standiye ku ew weke gelê Elkê van kesan nas nakin.
Cevzel da zanîn ku hukumeta AKP'ê bi mehan e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrît dide meşandin û her wiha êrîşên giran li ser gelê Kurd pêk tîne. Cevzel, bilêv kir ku komkujiyên li Gever, Cizîr, Silopiya, Gimgim, Farqîn ji gelê Kurd re sebir nehiştiye û got "Êdi em tehemulî van êrişan nakin." Cevzel diyar kir ku xwerêvebirin mafekê rewa ye û divê ne tenê li bajarên Kurdistanê li hemû bajarên Tirkiyeyê werin saz kirin. Cevzel, da zanin ku ew ji îro pê ve walî, qeymeqam û polisên AKP'ê nas nakin û ew dê ji bo avakirina xwerêvebirinê tevbigerin.
Cevzel, destnîşan kir ku ew êdî biryarên hukumeta AKP'ê qebûl nakin û wiha axivî: "Em dewletê red nakin lê em biryarên kesên êrîşî nirxên me dikin qebûl nakin." Cevzel, bertek nîşanê opersayonên binçavkirinê jî da û wiha berdawam kir: "Em ji binçavkirin û girtinê natirsin. Şûna AKP êrîşî gel bike bila xwestekên gel fahm bike."
Cevzel, diyar kir ku ji îro pê ve ew dê li hemû taxan meclisan ava bikin û li hemû qadan xwe biparêzin.
(zt)