Hêzên tayîbet li Colemêrgê provaya qirkirinê dikin!

15:16

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê tîmên tayîbet û leşker bi çekên giran daketine nava kolanan, ji ber êrîşna welatî malên xwe diterikînin û xwe li kolanên ku leşker negihanê bicîh dikin, gelek ji wan jî koçî bajarê Wanê dikin.

Li Geverê şer berdewam dike ji nava Colemêrgê jî dengê topên hewanan û çekên giran tên. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin ji serê sibê de leşker û tîmên tayîbet daketine nava kolanan di van saetan de navendê gulebaran dikin. Ji ber êrîşan esnafan derê dikanên xwe girtin û xwe kêşan malên xwe. Welatiyên taxên Kiran û Gaziyê xwe li taxên Toki û Pehlivan ên ku hîna polîs negihane wan deveran bicîh dikin. Bi hezaran welatî jî malên xwe diterikînin, ji ber êrîşan koçî Wanê dikin.

Welatî didin zanîn ku li gorî tê dîtin dê îşev qirkirinên mezin di nava bajêr de bikin.

(at-mc/zt)