Li Efrînê Komîngeha Şehîd Şîlan Kobanê hat vekirin

15:16

JINHA

EFRÎN - Endamên komîna jinan a gundên Qîbarê komîngeha xwe ya bi navê “Şehîd Şîlan Kobanê” bi merasîmekê vekirin.

Endamên komîna Şehîd Şîlan Kobanê ya gundê Qîbarê ya girêdayî Efrînê bi merasîmekê komîngeha xwe vekirin. Bi dehan welatiyên gund beşdarî merasîmê bûn. Komîngeh bi Posterê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û cangoriyên azadiyê, her wiha alên Yekîtiya Star hate xemilandin. Endama Rêveber a Yekîtiya Star Asya Menan axivî û got ku dê vekirina komîngehê bandoreke erênî li kar û xebatên komînê bike û destnîşan kir ku jin dê di riya komînê xwe birêve bibin. Asya di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwe di nava komînan de bi rêxistin bikin.

Endamên komînê komîngeha xwe vekirin. Di dawiya merasîmê de jinan şahî lidarxistin û xelekên govendê gerandin.

(rc)