Perwerda jinan a ajovaniyê bidawî bû

16:28

JINHA

SERÊKANIYÊ - 21 jinên Trafîk û Asayîş a Kantona Cizîrê dewreya perwerdeya ajokariyê dawî kirin.

Dibistana Şehîd Delîl a perwerdekirina ajotina wesayîtan a girêdayî hêzên giştî ya Trafîka Rojava dewreya perwerdeyê ji bo 21 endamên jin yên hêzên asayîş û trafîkê yên kantona Cizîrê dewreyek perwerdeyê bi navê ” Şehîd Raşanan” da bû destpêkirin. Piştî ezûmên teorîk û pratîk ji bo endaman dewreya xwe a perwerdê bi dawî kirin. Merasîmek ji bo bi dawîbûna dewreyê hate li darxistin û her wiha endaman bawernemeyan xwe wegirtin. Endama Hêzên Asayîşa Girkê Legê Gerila Mihemed Abdullah ku ew jî beşdarî dewreya perwerdeyê bû kêfxweşiya xwe bi dîtina perwerdê anî ziman û diyar kir ku êdî hêdî hêdî ew hewl didin wekhevî di her qadê jiyanê de avabikin û pêşî li zihniyeta yek rengî ya desthilatdariyê bigrin.

Lema Ismaîl yek ji endama hêzên trafîka Amûdê ye diyar kir ku care yekeme derfetek li pêşiya jinan tê peydakirina ji bo jin xwe fêrî ajokariyê bike.

(rc)