Dayikên Aştî piştgiriya herî mezin didin girevê birçîbûnê

09:47

JINHA

SÊRT - Gireva birçûbûnê girtiyên siyasî a li dijî polîtîkayên şer di roja 15'de ye. Dayikên Aştî ên ku ji derve piştgirî didin girtiyan gotin: "Ev têkoşîna me hemûyane, dayikên leşkeran jî divê ji bo ku zarokên wan neyên kûştin di çalakiyan de bin."

Girtiyên siyasî bi daxwaza rawestandina operasyonên qirkirina siyasî, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û cenazeyên ku li Deriyê Sînor a Mûrşîtpinarê tê rawestandin radestî malbatê wan werin kirin ev 15'e rojin gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dane despêkirin. Dayikên Aştî jî bi îsrar ji bo ku pêşî li mirinan bigrin, anîn ziman ku divê daxwazê girtiyan were pejrandin û dawî li gireva birçîbûnê bê. Endama Meclîsê Dayikên Aştî a Sêrtê Maşallah Işik Arslan got: "Erdogan bi van kiryarên xwe dijmintiya xwe hem li dijî gelê Kurd hem jî li dijî gelê Tirk dide nîşan dan."

'Berî ku ji girtîgehê cenaze derbikevin em bikevin hewldanan'

Maşallah diyar kir ku dema kurê wê girtiyê siyasîbû hat qetilkirin û ji ber ku xizmên Serokomar di şer de cih nagrin ewqas di şer de tê îsrar kirin. Maşallah got: "Cihek ku em lê biçinê nîne. Me dest nedanî ser axê tu kesî, li ser axê xwe, di malê xwede û bi zarokên xwe re em dijîn. Em ê neçin tu cihekî jî. Em ê li ber deriyê xwe bin û çi erk dikeve ser milê me emê pêk bînin." Maşallah da zanîn ku piştî hilbijartinê 7'ê Hezîranê Serokomar Tayyîp Erdogan li dijî Kurdan şer da despêkirin û wiha domkir: "Bila di vê bihnê de dev ji şer berde. Eger dev ji helwesta xwe a şer bernede dê zerarên mezin ji Kurdan bibînine. Ev 15'e rojin zarokên me di gireva birçîbûnê de ne. Têkoşînek mezin didin nîşandan. Zarokên me davêjin girtîgehê û piştre jî qetildikin. Kurê min jî di girtîgehê de qetilkirin. Em êdî naxwazin zarok bên kûştin û ji girtîgehê cenaze derbikevin."

'Bila kes nebêje dore nayê min jî'

Akîde Aslan jî derbarê gireva birçîbûnê de wiha got: "Ji ber ku zarokên me girtîne tiştek din ji destê wan nayê. Ji ber vê yekê bi vînek mezin canê xwe didin ber mirinê." Akîde wiha domkir: "Erdogan li ser xwînê zarokên me mezin dibe. Ez bang li her kesî dikim;Werin em bi hevre têbikoşin. Bi mirovan qetilkirinê, avêtina girtîgehan û îskence kirinê re mislimantî nabe. Tiştê hatî serê Saddam Hûseyîn bila werê serê Erdogan jî. Çawan ku Saddam ji ber kiryarên xwe a li Başûrê Kurdistanê dawiya wî mirin bû, dê dawiya Erdogan jî wiha be. Erdogan ji mirina leşker û polîsan jî berpirsyare. Bila jinên Sêrtê xwedî li zarokên xwe derên. Bila kes nebêje dore nayê min jî. Kî li dervî van bûyeran dimîne dê dore were wan jî."

'Dayikên Tirk, werin em bi hevre bibin mertalên zindî'

Leyla Ozer wiha got: "Bi aweyek eşkere li hember me şer da despêkirin. Zarokên me digrin girtîgehan, polîs, leşker û gerîlla jî tên kuştin. Tayyîp Erdogan ne ji bo Kurdan ne ji bo Tirkan û ne jî, ji bo mislimantiyê şer dike. Her roj çiyayên me tên bombebaran kirin û daristanên me dişewitînin. Dê vê yekê ji bo kê bike? Tu caran me vê zilmê nepejrand û em ê nepejrînin jî. Êdî Kurd ne ên berê ne. Kurd wê serê xwe ji Erdogan re netewînin û heyan ku hêz hebe tê têkoşîna xwe bidomînin. Divê dayikên Tirk jî tevî me li dijî şer têbikoşin."

'Em wek dayik jî divê dest bi gireva birçîbûnê bikin'

Vetha Kaçar jî wiha pêde çû: "Em wek dayik jî divê dest bi gireva birçîbûnê bikin. Bila dayik xwedî li zarokên xwe derên û piştgirî bidin. Erdogan ji ber ku di 7'ê Hezîranê de encamê dixwast bi destnexist, vê carê dest bi kûştin û qetilkirinê kir. Êrîşa li ser bedenê jinan biçûkbûna wî diyar dike. Em her roj ji vir dengê balafirên ku radibin dibihîsin. Çiyayên me tên bombe barankirin. Li Cîzîr, Nisêbîn, Gever û Silopiyê zarokên me tên qetilkirin. Zarokên Erdogan jî bi keştiyê xwe di nava derya de digerê. Bila Erdogan bi hêvî nebe ku di vê hilbijartinê de biserbikeve. Em ê destûrê nedin vê yekê. Dawiyê Erdogan jî dê weke Saddam Hûseyîn bibe."

(rc)