Jinên ku dibêjin 'Bila welat ne sax be' zêde dibin
09:48
Sîbel Yukler /JINHA
ENQERE - Rojnameger û Nivîskara pirtûka "Kişer Pari Mama-Jin şer red dikin' ya çiroka 21 jinên redkarên wîcdanî vedibêje, Atlas Arslan, diyar kir ku li dijî dewleta ku şer diparêze aştiyê ava bikin û ji bo vê yekê jî çalakiya Reda Wîcdanî gelek girîng e. Atlas destnîşan kir ku hêjmara jinên ji ber nabêjin "Bila welat saxbe" tên nahletkirin zêde dibin.
Rojnameger û nivîskara pirtûka "Kişer Pari Mama-Jin şer red dikin" ku çîroka 21 jinên redkarên wîcdanî vedibêje Atlas Arslan, diyar kir ku bi çalakiya îtîata sivîl pêkan e ku hêzên leşkerî li dijî pergala militarist a ji bo hebûna xwe biparêze fermanê dide leşker rê li pêş mirinê bigirin. Atlas da zanîn ku ji bo şer bi dawî bibe û kuştin raweste çalakiyên reda wîcdanî gelek girîng e. Atlas, destnîşan kir ku êdî pergala militarizmê tenê hêza leşkerî nexistiye kontrola xwe, hemû jiyana rojane jî xistiye bin bandor û kontrola xwe û wiha got: "Hêza mîlîtarîst qada perwerde, tenduristî û hemû qadên jiyanê xistiye bin kontrola xwe. Li ser hemû qadan şerê derûnî dimeşîne. Çavkaniya serdestiya mêr jî ji ber hestê milîtarîst e." Atlas, destnîşan kir ku ji ber li dijî pergala mîlîtarîst e reda xwe ya wîcdanî aşkere kiriye."
Atlas, li ser keda wîcdanî û rojnamegeriya aştiyê Hrant Dink bibîr anî û wiha got: "Ez naxwazim, leşker, gerîlla, mirov, sewal û xweza bê qetilkirin. Bê guman mirov ji kesên di nava şerê germ de nikare reda wîcdanî bixwaze. Lê kesên di nava şerê sar de dikare reda xwe ya wîcdanî aşkere bike."
'Redkirina wîcdanî ne sûc e'
Atlas, destnîşan kir ku wekî kesa reda xwe ya wîcdanî aşkere kiriye aşkerekirina vê biryarê seknek li diji şer e û parastina aştiyê ye. Atlas,helwesta Tirkiyeyê jî rexne kir û wiha got: "Tirkiye hêj mafê reda wîcdanî nas nekiriye. Li şûn vî mafî nas bike wekî sûc dibîne. Di nava sazumankarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tenê Tirkiye reda wîcdanî nas nekiriye. Kesên redya wîcdanî aşkere dike ji xala 318'an tê darizandin. Ger ku temenê mêr yê leşkeriyê hatibe û neçe leşkeriyê ji xala 318'an de tê darizandin. DMME ji bo Tirkiye vî mafê nas bike dixwaze berpirsiyar tev bigere. Tirkiye mecbûre ku li gorî xala 90'an a DMME'ê tev bigere. Li gorî vê xalê hemû endamên DMME'ê pêwiste vî mafî nas bike.
'Divê kesên reda wîcdanî aşkere bikin zêde bibin'
Atlas, ji hemû kesên aştiyê dixwazin ku her kes serî li Komeleyên Reda Wîcdanî bide û tevlêbûna reda wîcdanî zêde bibe. Atlas, anî ziman ku redkirina wîcdanî ya jinê jî tê wateya ku şer red dikin û wiha got: "Ji bo li dijî şer û kuştinê derkeve ne pêwiste neçe leşkeriyê. Divê karibe reda wîcdanî îlan bike û helwesta xwe ya li diji şer bîne ziman. Niha ger ku nebêjin "Bila welat sax be" te lahnet dikin. Dîsa fatoraya şer bi serê jin û zarokan de ditexe. Ger ku jinan naşînin leşkeriyê ne ji ber jin pîroz in. Ji bo ku her dem jin zarokan çêkin û zarokan mezin bikin jinan naşînin leşkeriyê. Ji bo bêjin kurekî min heye ez wî bişînim, bila yê din jî feda be. Divê jin vê pergalê û şer red bikin."
(mae/rc)