Ne tenê Fîgen hemû jin rastî rûyê dewletê ya mêr tê

10:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN -Endama BÎKG'ê Burcu Arikan bertek li hember kiryarên ser Fîgen Şahîn a ku li navçeya Seyhanê ya Edene hat binçavkirin û di binçavan de rastî îşkenceyê hat û rastî gefên wêneyên wê yên tazî hatin kişandin li ser medyaya civakî parve bikin nîşan da û da zanîn ku hemû jin rastî rûyê dewletê yê mêr tê û vê bangê kir: "Wek jinên ku herî zêde em êşa vê yekê dikêşin divê em hemû jin dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomînin."

Li taxa Doglioglu ya navçeya Seyhana Edenê piştî ku Meclîsa Gel li hember êrîş û operasyonan "Xwerêvebirin' îlan kir bûyer derketibû û di encamê de polîsan Fîgen Şahîn a 25 salî girt binçavan. Fîgen di binçavkirinê de rastî îskence û êrîşên zayendî a polîsan hat. Jinan bertek li hember vê yekê nîşandan. Li aliyê din jî, Ji Hewldanan Jinan a ji bo Aştiyê Burcu Arikan jî bertek nîşan da û got, avakirina dorhêla şer bandorek mezin hem di warê fîzîkî hem jî di warê derûnî de li jinan dike.

'Me di serîde dizanî ku rûyê dewletê yê mêr wê bi cebanî be'

Burcu wiha got: "Sedema daxwaza jinan ya bidawîbûna şer û bilindkirina têkoşîna aştiyê, ji serî de jin dizanî ku rûyê dewletê yê mêr wê bi cebanî be." Burcu anî ziman ku şîdet li her kesî tê kirin lê şîdeta ku li hember jinê pêk tê bi hemû aliyên xwe ve cûda ye. Burcu da zanîn ku hemû jin rastî polîtîkayê desthilatdarî û rûyê dewletê ya mêr tê û wiha domkir: "Di pêvajoya dawî de piştî ku şer despêkir herî zêde komên jin, rêxistinên femînîst ji bo ku rastî vê rûyê neyên deng derdixin. Herî zêde li hember pergala mêr jin di vê demê de li berxwedan."

'Divê em dengê xwe bighînin hemû jinan û xwe zêde bikin'

Burcu destnîşan kir ku şer her dem bandorek giran li ser jinan daye avakirin û wiha pêde çû: "Şer tê wateya bedena jin hedef girtine, ji xwe wateyek din jî tune ye. Di serî de Fîgen Yûksekdag wek 'Jina Şîrretê' hat hedef nîşandan piştre jî li navçeya Gimgima Mûşê di şexsê Ekîn Wan de bedenê wê hat tazîkirin û piştre tehşîr kirin, ev yek jî polîtîkayê dewletê a li hember jinê derdixe holê."

Burcu herî dawî da zanîn ku herî zêde jin aştî dixwazin û got: "Dorhêla şer ji bo jinan felaketê avadike.Wek jinên ku herî zêde em êşa vê yekê dikêşin divê em hemû jin dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomînin."

(rc)