'Di serî de dayik û bav qetilkirin niha jî ew hat qetilkirin'
12:01
JINHA
ŞIRNEX- Dayikê Şemiyê di çalakiya xwe ya 349’min de aqubeta Selam Demir û Mehet Şerif Ekin pirsîn. Dayikê Şemiyê piştî çalakiyê çûn sersaxiya malbatên 4 sivîlê ku du roj berê hatibûn qetil kirin. Dayikê Şemiyê gotin ku dayik û bavê Eyüp Ergün di sala 1998’de hatine qetilkirin niha jî ew hatiye qetil kirin.
Dayikê şemiyê ku her hefte bi armanca ku aqubeta xizmên xwe bi pirsin li Kolana Hûnerê ya Cizîrê tên cem hev çalakiya xwe ya 349’min pêk anîn. Rêvebirê MEYA-DER, KURDİ-DER- TUHAD-FED ‘ê ji bo piştgiriyê tevlî çalakiyê bûn. Dayikên şemiyê wek her hefte vê heftê jî albûma wendahiyan vekirin û wêneyên xizmên xwe rakirin. Dayikên Şemiyê wênmeyên çar sivîlê ku du roj berê li Cizîrê hatibûn qetil kirin jî danîn ser albûma wendahiyan. Di çalakiya vê heftê de aqubeta A. Selam Demir û Mehet Şerif Ekin hate pirsîn. Çiroka A. Selam Demir û Mehet Şerif Ekin ji aliyê nûnerê İHD’ê Abdulkerim Pusat ve hat vegotin. Abdulkerim da zanin ku di sala 1994’ de li gûndê Banê di nava gerila û leşkeran de şer dertê. Piştî şer leşker tên mala A. Selam Demir û avê ji wan dixwazin dayika A. Selam avê dide wan leşker dibînin ku A. Selam û Şerif Ekin li baxçê malê runiştîne wan digrin û bi aweyekî hovana wan qetil dikin. Abdulkerim da zanîn ku hîn jî malbatan van kesan li edelatê digerin û ev tişt got: “ Bi salana qirin û gaziyê me ditina kujaran ne lê em dibînin ku her roj kujer zêde dibin vay îro me çar wêneyên din jî danîn vê derê gelo ka edalata vî welatî”
‘Xwest ku şîfayê bide miriovan lê hat qetilkirin’
Piştî axaftina 5 deqe çalakiya runiştinê pêk hat. Dayikê şemiyê piştî çalakiya runiştinê tevî wêneyên wendahiyên xwe meşiyan heta cihê taziyê çar sivîlan. Dayikên di meşê de durişmên “ Şehîd namirin”berz kirin. Li ber Mala Gel ya Cudî Hevserokê MEYA-DER’ê Mele Qasim Yigit Axivî. Mele Qasim diyar kir ku ew ji bo carak din wêneyên wendayiya ranekin, pêwiste edalet bê vî welatî û ev tişt got:” Qîrana me ji bo hemû cîhanê ew e bû ku ev xwî bê rawestandin. Lê me çiqas kiribe qirin jî bersiv dayina me bi qetil kirina zaroka hate dayîn lê heta dilop xwîn di canê me de hebe em serî li ber qetlima natewînin” Mele Qasim balê kişand ser çîroka Eyup Ergenê ku du roj berê hatibû qetil kirin û ev tişt got:” Dayik û bavê Eyup Ergen di dala 1989 ‘de ji aliyê dewletê ve hatin qetil kirin. Eyup sêwî mezin bû. Lê Eyub xwest ku şîfayê bide mirovan û bû hemşîre lê niha wî jî qetil kirin û zerokê wî jî dê weke wî sêwî mezin bibin.”
Banaga meşa aşitiyê
Mele Qasim got ku kesê karibe aşitiyê pêk bîne Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û diyar kir ku ew ê roja yekê Îlonê ji bo azadiya wê meşek girseyî pêk bînin. Mele Qasim banga tevlîbûna meşê kir û wiha dawî li gotinê xwe anî:” Meşek li hember vê wehşata ku pêk tê serhildan. Meşa aşitiyê ye em bang li gelê xwe dikin bila êdî li hember vê wehşetê serî rakine.”
(ma/rc)