Cenazeyên 4 gerîlayên HPG/YJA STAR'ê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:57
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên 4 gerîlayên HPG û YJA STAR'ê yên li herêma Rusor a Şirnexê di encama bombaran, obus û êrîşa helîkopteran de jiyana xwe ji dest dan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Karên otopsiya cenazeyan hatiye kirin û li bendêne ku malbat werbigirin.
Cenazeyên 4 gerîlayên HPG'ê yên di 26'ê tebaxê de piştî êrîşa li hemberî Girê Guvenlik ê Tugaya Şirnexê di êrîşa hewayî û topbaranê de jiyana xwe ji dest dan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Karên cenazeyan ên otopsiyê yên Musa Ongun (Kamuran Cudi), Aysel Bor (Evindar Geli), Gabar Tutuk (Botan Cudi) û Figen Ereneşsu (Devrim Digor) xilasbûn e. Hat ragihandin ku malbat li ber nexweşxaneyê disekinin û dê cenazeyan werbigirin.
(rc)