Ji KJK'ê banga xurtkirina têkoşînê

15:51

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst, şerekî lanetlêbûyî û qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne û banga xurtkirina têkoşînê li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir.

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku piştî cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê, ew bi darbeya herî berfireh û faşîst-mîlîtarîst a 35 salên dawî ya bi rengê sivîl tê kirin re, rû bi rû ne. Di daxuyaniya KJK'ê de hat gotin, "Rewşa yekparêz, asîmîlasyonker û li derveyî serdemê ya rejîma TC, li pêşberî perspektîfa têkoşînê û jiyana hevpar a gelên me, li pêşberî berxwedana Kobanê û lêgerîna jiyana azad, wekhev û demokratîk a gelan li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, ji binî ve ji hev belav bûye. Ev ji hev belav bûna rejîmê bi tecrûbeya dewlemend a têkoşînê, hişmendiya demokrasiyê û vîna berxwedanê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê pêk hatiye. Li her devera Rojhilata Navîn rejîm ji hev belav dibin. Lê belê ji hev belav bûna rejîma li Tirkiyeyê xwe dispêre kevneşopiya têkoşîna bê navber, vîn û hişmendiya jiyana hevpar û demokrasiya xwedî bingeh a gelên Tirkiyeyê. Ya herî girîng jî ew e; ev kevneşopiya têkoşînê xwe gihandiye asta herî kemilî ya civakî-siyasî ya ji perspektîfa çareseriya demokratîk a serdema me. Ev guhertina demokratîk a rejîmê, di vî warî pirsgirêka Kurd ji zû ve çareser kiriye. Modela jiyanê û vîna çareseriya demokratîk a Rojhilata Navîn di têkoşîna biratiya gelên Kurd û Tirk de xwe dide der. Hêza jiyana hevpar û çareseriya demokratîk a gelan, ji bilî aştî û demokrasiyê ti jiyanê qebûl nake. Gelên Tirkiyeyê wê bi ti awayî darbeyên faşîst qebûl nekin. Wê careke din ewladên xwe nekin qurbanê rejîmeke bi vî rengî ya qirêj a desthilatdarparêz-darbekar û faşîst. Amade ne, di oxira jiyana hevpar û demokrasiyê de berdêlan bidin û hêza têkoşînê xurt bikin. Dem dema avakirina jiyana însanî û demokratîk a gelan e."

'Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya 40 salan gihaştiye asteke nû'

KJK'ê diyar kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd a 40 salan gihaştiye asteke nû û got, "Gelê me ku wê ti carî rejîma darbeyê qebûl neke, berxwedana li dijî rejîma faşîst a 12'ê Îlonê li zîndanên Amedê destpê kir û ruhê 15'ê Tebaxê gihand çiyê, êdî civakî kiriye û li bajar, navçe, gund û gundikan belav kiriye. Gelê me, jin û dayikên Kurd wê li dijî her şêwe êrîşên faşîst-hov, mala xwe, gundê xwe, zarokên xwe û jiyana xwe biparêzin. Wê bi feraseta xwerêveberiyê bersivê bide pêwîstiyên jiyan, perwerde, tenduristî û pêşerojê yên zarokên xwe. Di serî de jin, wê êdî rejîma dewleta faşîst a polîsan û êrîşên wê yên dijminatiya li jinê û destavêtinê, bi awayekî destgirêdayî qebûl neke. Jin wê hebûn û rûmeta xwe biparêzin. Jinên ku li Kobanê bi ruhê Rewanan, Arîn Mîrxanan ev bi ser xistin, wê li Bakurê Kurdistanê jî vê yekê bi rêxistinbûyîn û zanebûneke xurttir bi ser bixînin. Gelê me ku bi salane rêxistinbûyîna xwe di çarçoveyeke demokratîk de pêk tîne, wê li hemberî ti dewleteke navendîparêz, zordar, asîmîlasyonker û polîtîkayên qirkirinê destgirêdayî nesekine. Ev yek mafê xweparastinê ye, ku mafê herî rewa yê hemû gelên cîhanê ye. Gelê me wê parastina xwe ya sivîl li her kolan, tax, gund, bajar û navçeyan, weke parçeyek herî xwezayî ya jiyana xwe, bi cih bîne. Li hemberî êrîşên hovane Yên dewletê, wê ti carî xwe bi awayekî bê çare û bê parastin teslîm neke. Hêzên dewletê-polîs ên dîn û har bûne, bi tank-top-hawan û çekên giran êrîşî navçe û gundên gelê me dikin û komkujiyan pêk tînin. Li hemberî van hêzên dewletê, ji bilî xweparastina bi derfetên xwe, ti rê li pêşiya gelê me nemaye. Ev rastî ji aliyê medya navendî tê berevajîkirin û bi rêya vê medya bêrûmet, biryardariya gelê me ya xweparastinê weke 'terorîstên ji çiyê daketine' tê nîşandan. Gelê me bi biryar e ji her alî ve hêza xwe û sîstema xwe ya demokratîk ava bike û vê yekê jî bi hêza xwe biparêze."

'Gelên Tirkiyeyê wê rê nedin faşîzmê'

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Li Gever-Cizîr-Silopiya û bajar û navçeyên din ên Kurdistanê, êrîşên faşîst û li dijî mirovahiyê yên li hemberî ciwan-extiyar, jin-zarokan, êrîşên li hemberî gelê sivîl in. Pitik jî di encama sûîqestan de bi fîşekên polîsan tên qetilkirin. Dewleta faşîst ji her alî ve sûcê şer dike. Dewleta faşîst, şerekî qirkirin û lanetlêbûyî li Kurdistanê dimeşîne. Ti rewabûn û zemîneke hiqûqî-destûra bingehînî ya vî şerî nîne. Bi vî şerê lanetlêbûyî re tê xwestin gelê Kurd teslîm bê girtin, bê qirkirin, gelên me ber bi şerekî navxweyî ve werin dehf dan û bi hilbijartina 1'ê Mijdarê ya li ser xwîna gelên me û di nava mercên rewşa awarte ya leşkerî de, dîktatoriya çeteyeke faşîst a komek ji dizan, ku ji bo desthilatdariyê dîn û har bûne, were avakirin. Gelên Tirkiyeyê wê ti carî destûrê nedin vê yekê!

Pêwîst e raya giştî ya navneteweyî, tevgerên şoreşger demokratîk û gelên birayên gelê Kurd, piştgiriya bi rûmet a di pêvajoya Kobanê de nîşan dan, xurt bikin. Biratiya di navbera gelên me de wê di êş, kêfxweşî, hemû destketiyên demokratîk, ruhê hevpar ê têkoşînê û vîna jiyanê de xwe nîşan bide. Biratiya gelan û çareseriyeke demokratîk, bi têkoşîna hevpar a bingehîn û xwedîderketina li hev tê afirandin. Li ser vê bingehê em bang lit evahiya gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê dikin ku destekê bidin têkoşîna xweparastin û demokrasiyê ya Kurdan û bi vê armancê çalakiyên xwe zêde bikin. Ji bo avakirina rejîma demokratrîk em eniya têkoşînê berfireh bikin. Em bang dikin ku Bloka Aştî û Demokrasiyê, bi beşdariyeke herî berfireh veguhere tevgere têkoşîn û çalakiyên demokratîk. Di serî de gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi taybetî jî gelê me yê li qada Ewropayê, xwedî li têkoşîna bi rûmet a gelê me yê li Bakur derkeve û çalakiyên xwe xurt û zêde bike."

(rc)