Heyeta KESK’ê malbatên sivîlê hatine qetil kirin ziyaret kir

19:11

JINHA

ŞIRNEX - Heyata KESK’ê taziya xebatkarê tenduristiyê Eyûb Ergen ziyaret kir. Hevseroka giştî ya SES’ê Gunûl Erdem diyar kir ku li gorî hukuka navnetewî jî pêwiste xwebatkarê tenduristiyê werin parastin lê Eyûb Ergen hedef hatiye girtin û bi setan nehiştine kes alikariya wî bike.

Heyata ku ji Hevserokê KESK’ê yê giştî Şaziye Kose, Hevseroka SES’ê yê giştî Gonûl Erdem, Sekreterê Giştî yê SES’ê Birsen Seyhan, Hevserokê Egitim-Sen’ê Sakine Esen Yilmaz, Sekreterê Giştî yê BES’ê Davut Balıkçı pêk dihat taziya Emin Yanaş (10), Eyûp Ergen (27), Mesut Sanrı (39) ve Baran Çağlı (7) ziyaret kirin. Heyata ku ji ber KESK’ê heya Mala Gel a Cudî ziyaret kirin pankartê “ Emê li hember şer bêjin aşîtî, li hember mirinê bêjin jiyan” vekirin û durişmên “Şehîd namirin berz kirin. Heyet piştî ku sarsaxiyê ji malbatan re xwes çû cihê ku Eyûb Ergen lê hatî kuştin.

‘Her cihê ku xwînê lê dirjînin wê azadî derê’

Heyetê qeranfîl danî cihê buyerê. Li vê derê Hevseroka KESK’ê Şaziya Kose axivî û da zanîn ku piştî hilbijartinê bi heftekî hûkumeta AKP’ê konsepta şer daye despê kirin û ev tişt anî ziman: “Hezên xwe yê taybet şandine vê derê û virê kirine gola xwînê” Şaziye da zanîn ji hemû aliyê Tirkiyê nerazibûn li hember vî şerê yek alî heye û wiha dewam kir:”Ji bo pêşiya nerazibûnê bigrin pêşiya çapemeniyê digrin û nahêlin çapemenî dimenê cenaza bigre. Dixwazin pêşiya hemû dengên mûhalîf bigrin. Şaziye diyar kir ku ew jî Tirk e û bang li hemû Tirkan kir da ku ji vî şerî re bêjin êdî bese û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Her cihê ku xwînê lê dirjînin wê azadî derê”

‘Bi tank û topê xwe nexweşxanê dagir dikin’

Hevseroka giştî ya SES’ê Günül Erdem jî axivî û diyar kir ku li gorî hukuka navneteweyî jî ji bo karkarên tenduristiyê zagonê parastinê heye lê wan di bûyera kuştina Eyûb de jî dîtine ku pêşî xebatkarê tendûristiyê hedef tên girtinê û wiha dewam dikin:” Bi tank û topên tên baxçê nexweşxana dagir dikin. Nahêlin em nexweşa tedawî bikin. Em kujerê Eyûb nas dikin. Kesên ku hesabê hilbijartinê dikin û vî şerî kur dikin kujerê Eyûbin."

(ma/rc)