Dê 1'ê Îlonê Dayîkên Aştiyê li Enqerê di çalakiyê debin
09:54
Şehriban Aslan / JINHA
AMED/STENBOL - Dayîkên Aştiyê yên ku dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de du rojan li ber avahiya Meclisa Enqerê û konsolonsxaneyên Îran û ABD'ê çalakî lidarbixin bang li dayîkên Tirkiyê kirin li hemberî şer beşdarî çalakiya wan bibin û gotin: "Dema ku leşkerek jiyana xwe ji dest dide û diya wî li ser tabûta wî diqêre dilê me hemûyan paçe deibe. Ji bo ku ji har du aliyan jî êdî dayîk negirîn werin em di roja aştiyê de aştiyê biqêrin."
Di şerê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Tirkiyê starta şer di qirkirina Pirsusê de hat dayîn û her diçe hijmara kesên jiyana xwe jidest didin zêde dibin. Dayîkên Aştiyê yên ku di demên herî zorde heya niha bi tulbendên xwe yên sipî li hemberî şer aştî qêriyayîn dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li ber Meclisa Enqerê û konsolonsxaneyên Îran û ABD'ê du rojan çalakî lidarbixin. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran got: "Emê cardin taleba bi Serokomar û Serokwezîr re hevdîtinê bikin. Serlêdana me ya despêkê ne pejirandin, emê vêcarê biçin ber derê wan."
'Rengê rondikên çavan ên diherikin nîne'
Havva wiha berdewam kir: "Niha li her aliyê Kurdistanê qirkirin û girtinan dike. Ger hemû lîstokên qirêj ji Meclisa Enqerê derdikevin wêdemê emê jî ber xwe bidin wê. Emê biçin konsolonsên Îran Amerika û Tirkiyê. Emê serlêdana hevdîtina bi Serokomar û Serokwezîr re bikin. Serlêdana me ya despêkê ne pejirandin. Emê jî niha biçin ber deriyê wan."
'Dayîkan ji bo zarokên xwe qurbanî sarayê bikin mezin nekirine'
Havva anî ziman ku hikumeta AKP'ê lîstokên xwe yên qirêj ser kudan û zarokên wan dide meşandin û wiha dom kir: "Bila ti dayîkên leşkeran zarokên xwe li ber van polîtîkayên qirêj de nedin. Dayîkan ji bo qurbankirina sarayê zarok mezin nekirine. Dayîkên gerila û leşkeran dikarin dest bidin hev û pêşiya vî şerî bigirin, bila tnê bibin yek. Bila Erdogan kurê xwe rêke şer. Dema ku leşkerek jiyana xwe jidest dede û dayîka wî xwe li ser tabûtê dide dilê hemû dayîkan parçe dibe. Bila her kesên ku ji xwe re dibêjin mirov bên. Bila her kes deng bidin dayîkan û dilê wan."
'Bila kes vê êşê nebîne'
Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Dondu Ergin jî got: "Gule navnîşanan nasnake. Dema ku dayîkên leşkeran digirîn hindirê min dişewite. Berî çend rojan birayê lekşerek yê jiyana xwe ji dest dayî yê bi navê Ali Alkan qêr dikir û digot: 'Eliyê min, Eliyê min' dema ku min dît weke parçeyek ji hindirê min biqete. Ji ber ez jî dayîka şehîdame. 2 şehîdên min hene. Êş çiye me tama wê dîtiye. Em dibêjin bila kesekdin wê êşê nebîne. Birastî gelê me nebaldarin, ez ji bo gel dibêjim ne guhê xwe ker bikin, ne zimanê xwe lal bikin û ne jî çavê xwe kor bikin werin em dest bidin hev û aştiyê bînin. Cihê ku şatî neyî û bûyî cihê agir Tirkiyeye. Cihê ku hatî vegerandina agir cihê meye."
'Ji bo aştiyê werin em bi hev re tekoşînê bilind bikin'
Dondu wiha pêde çu: "Niha pêvajoya em têde dijîne, weke ku em ketine hindirê gemiyekê de û ketine rê. Dema ku ev gemî biav bibe emê hemû, biçin dema ku serkeve emê hemû serkevin. Ji bo wê jî werin em hemû dest bidin hev û vê gemiyê biser bixin û nêrînek mirovbûnê pêşbixin."
'Erdogan û hikumet di şer de îsrar dikin'
Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Guler Bugday jî balkişand ser keda ku bi salane dayîk didin aştiyê û wiha domand: "Lê mixabin hîna em dibînin Erdogan û hikumet di şer de îsrar dikin. Gel di hilbijartinê de nêrîna xwe ya ji bo aştiyê nîşan da. Birastî jî ji sedî 13 yên aştî dixwestin hebûn. Ev jî kurd, dostên kurdan û kesên şer naxwazin bûn. Wan ked dan, serketin bidest xistin û 80 parlementer şandin meclisê. Soza me ji bo meclisê, emê tekoşîna xwe ya aştiyê berdewam bikin, aştiyê bînin. Ji bo ku aştî bê û mirov nemirin emê her tiştî bikin. Erdogan nêrî ku bi serê xwe nikare bibe deshilat û dê nebe deshilat polîtîkaya xwe ya şer amadekir. Hema piştî hilbijartinê stratejiya xwe ya şer despêkir."
'Li hember şer seta aştiyê'
Di dawiyê de bang li hemû dayîkan kir û got: "Li hemberî vî şerî bila seta aştiyê avabibe, qêrbikin û dakevin kolanan. Bi salanin jinên kurdan dikêşin, bila êdî dayîkên dinê jî ji bo zarokên xwe winda nekin, cigerên wan neşewite û negirîn êdî xwe bi rêxistin bikin û zêde bibin."
(zt)