Li Şirnexê polîsan 3 ciwan qetilkirin

10:17

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Silopî ya Şirnexê 3 ciwanên xwe spartin malekê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û pişt re hatin gulebarankirin. Hat ragihandin ku 3 ciwanên hatin qetilkirin û navê wan nayê zanîn birin Deriyê Sînor ê Xebûrê.

Êrîşên polîsan ên li navçeya Silopî ya Şirnexê yên li hemberî taxan bi dawî nabin. Li taxa Kobanê ya Silopiyê 3 ciwanên seat di 02.00'an de xwe spartin malekê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsên derdorên malê girtin pişt re êrîş li ciwanan kir. Hate hînbûn ku di êrîşa heya serê sibê seat 06.00'an berdewam kir de 3 ciwan hatin qetilkirin. 3 ciwanên jiyana xwe ji dest dan û navên wan hêj nayê zanîn cenazeyên wan ji aliyê polîsan ve ji malê hatin girtin û birin Deriyê Sînor ê Xabûrê.

(zt)