Li Tekmanê mirina jinan a bi guman

11:04

JINHA

ERZURUM - Li Tekmanê jina ciwan Deger Ozer di mala xezîrê xwe de bi çekê qetilkirî hat dîtin.

Li Taxa Încesuya navçeya Tekmana Erzurumê Deger Ozer a 20 salî bi çekê qetilkirî hat dîtin. Hat îdiakirin ku Deger 6 mehin ducaniye, bi xwe li Stenbolê dijî ji bo misafiriyê hatiye mala xezurê xwe û di malê de kuştî hat dîtin.

Deger rakirin Nexweşxana Dewletê ya Navçeyê, ji bo otopsiyê ji wê cenazê Deger birin Saziya Tiba Edliya Erzurumê. girêdayî bûyerê lêkolîn hat despêkirin.

(zt)