Hafize İpek birin Xerpêta ku girtiyên siyasî lê tine ne
11:29
JINHA
AMED - Hevseroka Navenda DBP'a Amedê Hafîze Îpek a ku piştî çalakiyên 'rawestandina jiyanê' yên li Amedê hatî girtin birin Girtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê ya ku girtiyên siyasiyên jin lê tine ne. Hafîze di odeyek a berê gardiyanan dixebitand de tê girtin.
Hevseroka Navenda DBP'a Amedê Hafîze Îpek a ku hatî binçavkirin duh bişev birin Girtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê ku li wê girtiyên siyasiyên jin tine ne. Parlementera Amedê Çaglar Demirel diyar kir ku Hevserok Hafîze Îpek girtine û birine Girtîgeha Xerpêtê ya ku girtiyên siyasiyên jin lê tine ne, li wê di odeyekê de dihêlin û wiha berdewam kir: "Em li mudurê girtîgehê geriyan lê me hevdîtin nekir. Di derbarê sekinandina Hafîze di odeyek ya berê gardiyanan dixebitan de tê girtin de agahî da. Li gel ku girtiyên siyasî li Xerpêtê neyî jî birina Hafîze ya wêderê rewşek balkêşe. Me parêzer xistine dewrê dema ku tiştek bê zanîn emê bi çapemeniyê re par bikin."
(zt)