Slopiya ya ku sê ciwan lê hatin qetilkirin dibin agirdeye

12:45

JINHA

ŞERNEX - Li Silopiya 3 ciwanên ku xwe li malekê sitar kirin ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, navçey bi giştî dibin çembera tîmên tayîbet û sekvanan dene. Ji navçeya ku dikan nehatine vekirin dengê çekan bilind dibe.

Li Taxa Kobanê ya navçeya Silopiya a Şirnexê şevadinê saet di 02.00'an de 3 ciwanên ku xwe di mala welatiyekê de bicîh kirin ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Ji saetên serê sibê heya niha navçe dibin çembera polîsan de tê girtin. Ji navçeya OHAL lê hatî îlankirin dengê çekan bilind dibe. Li serê hemû taxan polîsên tîmên tayîbet û sekvan hatin bicîh kirin. Li navçeya dikan lê nehatine vekirin destur nayê dayîn ku welatî li hember qirkirinê bimeşin.

Ji sê ciwanên hatin qetilkirin Ali Oduk ê 20 salî, Halil Canê 22 salî û ciwanek din ê hîna navê wî nehatiye zanîne.

(zd/zt)