Farqîn, Silopi û Lîce di çemberê denin

13:42

JINHA

AMED/ŞIRNEX - Konsepta şerê ser gelê kurd berdewam dike bajarên herêmê vegeriyane qadên şer. Di teqîna li Farqînê derket de zarokê 13 saliyê bi navê Firat Simpil jiyana xwe jidestda. Li Silopiyaya ku têde sê ciwan hatin qetilkirin gel tê gulebaran kirin. Li Lîcê jî agirê ku leşkeran bi daristanan xistin meratlên zindî divemirînin.

Li ser cadeya Buyukçeşmeya Taxa Rezana navçeya Farqîna Amedê teqîn çêbû. Di teqîna hîna sedemên wê nehatin zanîn de zarokê 13 saliyê bi navê Firat Simpil jiyana xwe jidest da û kesek birîndar bû. Di teqîna saet di 10.50'an de derketî de ji ber bandora wê Firat avêt bin tankera avê ya DÎSKÎ yê. Welatiyan diyar kirin ku beriya teqînê wesayîtek zirxî li wê dima, dema ku welatî nêzî wê herêmê dibûn jî polîsan bertek nîşan didan. Cenazê zarok ji aliyê xebatkarên tendiriystiyê ve hat rakirin û birin morgê. Di teqînê de ajovanê tankerê yê navê wî nehat zanîn jî birîndar bû.

SİLOPİ

Li Taxa Barbaros a navçeya Silopiya ya Şirnexê dema ku wesayîtek zirxî derbas dibû teqîn derket. Piştî teqînê gelek ambolans hatin cihê bûyerê. Piştî teqînê taxa Barbaros ji aliyê Emniyeta Muduriyata Navçeyê û Amirê Buro ya Dentlemê ya Tescili Tirakikê ya Barbarosê ve hatin gulebaran kirin. Taxa Zapê jî hat gulebaran kirin. Li taxên êrîş ser hatin kirin gel herikîn kolanan. Li taxên Cudî û Nuh jî şer girane.

LİCE

Çalakiya mertalên zindiya li sêgoşeya Lîce, Hanî -Karazê li hember operasonan hatî despêkirin berdewam dike. Ji ber topên hewanê yên ji Qereqola Duruya Karazê ve hatî avêtin li Tepê Zarg agir derket. Mertalên zindî ji bo vemirandina agir li hemê belav bûne.

(zd/zt)