'Evîndarek şehîd ket lê dê bi hezaran Evîndar bijîn'

15:58

JINHA

COLEMÊRG - Cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Aysel Bor (Evîndar Gelî) a ku li Şirnexê piştî pevçûnê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest da li Geverê ser milê jinan hat oxirkirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Evîndarek şehîd ket lê bi hezaran Evîndar dê mezin bibin. Çeka wê teqez nakeve erdê."

Cenazeyê Gerîlaya YJA Starê (Aysel Bor (Evîndar Gelî) a ku li Şirnexê piştî pevçûnê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li Şirnexê anîn navçeya Geverê ya Colemêrgê. Cenazeyê Aysel li ser pira Şakîtan bi girseyî hat pêşwazîkirin û pişt re anîn navçeyê û li Kolana Cengîz Topel ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Parlementerên HDP'ê Selma Irmak û Abdullah Zeydan û bi hezaran kes tevlî pêşwazkirinê bûn û piştî pêşwazîkirinê cenaze anîn Mizgefta H.M. Şerîf. Di meşê de dirûşmeyên "PKK tolhildan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namine", "Rêheval Aysel nemir e" û "Bijî berxwedana Geverê" hatin berzkirin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Bor, Es û Babat û alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin.

'Berpirsiyariya herî mezin ser milê jinane'

Piştî girseya li taxan jî hatî hejmara girseyê gihişte deh hezaran û piştî vecîbeyên olî darbesta Bor ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û anîn Şehîdgeha Ormanê. Piştî karên definkirinê sruda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û rêzgirtin pêk hat. Li ser gorê demên hestiyar hatin jiyîn. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin. Şehîdên me şehîdên Kurdistana azad, xweser û demokratîk in. Şehîdên me şehîdên jiyana nû û dîrokê ne. Şoreşa Kurdistanê ya jinan e. Barê herî giran dîsa li ser milê jinan e. Jinên leheng di govenda şoreşê de şehîd ketin. Evîndarek şehîd ket lê bi hezaran Evîndar dê mezin bibin. Çeka wê teqez nakeve erdê."

Piştî axaftinan girse derbasî konê sersaxiyê yê ji bo Yakup Babat hat vedan.

(zt)