Li Îzmîrê gireva birçîbûnê ya ji bo du rojan hatî despêkirin bidawî bû
19:12
JINHA
ÎZMÎR - TAYDER greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên ku ji 15'ê Tebaxê şûn ve di greva birçîbûnê de ne dabû destpê kirin bi dawî kir.
Komeleya Alikariya Malbatên Girtiyan (TAYDER) greva birçîbûnê ya 2 rojan ku ji bo piştgiriya girtiyên siyasî ku di 15'ê Tebaxê de ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nedayîna cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê û operasyonên qirkirina siyasi dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorgever kiribûn dabû destpêkirin bi dawî kir. Li ser navê komeleyê Mehmet Degîrmen balê kişand ser zextên li ser girtiyên ku di greva birçîbûne de ne.
Mehmet diyar kir ku girtî ne tenê û ewê li der ve bibin dengê wan. Mehmet anî ziman ku dê ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar be û banga bihistyariyê li raya giştî kir.
(zt)